Ana SayfaGIŞTÎ5 GORÊN KOMÎ YÊN AÎDÎ ÊZDIYAN LI ŞINGALÊ HAT DÎTIN

5 GORÊN KOMÎ YÊN AÎDÎ ÊZDIYAN LI ŞINGALÊ HAT DÎTIN

Li gundê Koço yê herêma Şingalê ku du roj berê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat deranîn 5 gorên komî ku yên aîdî êzdiyan hat dîtin. Tê gotin di her 5 gorên komî de zêdetirî 400 kesî heye.

Hikmet Durgun

Nûnerê Êzdî yê Wezareta Karê Ewqaf ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozan di axaftina xwe ya sputnîkê de got: “Li gundê Koço yê li herêma Şingalê 5 gorên komî hatin dîtin. Dema DAIŞê êrişê Şingalê kir herî zêde li gundê Koço qetlîam kirin. Rêxistina terorîst a DAIŞê di 15ê Tebaxa 2014an de ketibû gundê Koço û zêdetirî 400 kesî qetilkiribû. Piştî ku gund ji destê terorîstan hate deranîn 5 gorên komî hatin dîtin.”

‘QETLÎAMA HERÎ MEZIN LI GUNDÊ KOÇO HAT KIRIN’

Xeyrî Bozan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di van gorên komî de çiqas însan hene em nizanin. Lêkolînê ser goran hê jî dewam dikin. Yên ku li gundê Koço hatin kuştin hemû xelkê me yê êzdî ye. Rêxistina terorîst herî zêde li gundê Koço qetlîam kirin û êzdî kuştin.”

Rêxistina terorîst a DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de bi çekên giran êrişa navçeya Şingalê ku hejmara şêniyên wê dora 450 hezar kesî bû kir û gundê derdorê bi dedst xistin. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di Mijdara 2015an de Şingal di destê terorîstên DAIŞê rizgar kiribû. DAIŞê di êrişa Şingalê de gelek kurdên êzdî qetil kirin û gelek jî revandin.

krd.sputniknews.com/kurdistan/201705296165190-5-goren-komi-yen-aidi-ezdiyan-li-Singale-hat-ditin/

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights