Ana SayfaJIYANRûdaw videoya termê 15 koçberên li Yunanê xeniqîn belav dike: Di nav...

Rûdaw videoya termê 15 koçberên li Yunanê xeniqîn belav dike: Di nav de 3 Kurd jî hene

Di viedoyeke ku taybetî ji Rûdawê re hatiye şandin de, xizmên koçberên winda ku agahî ji wan nîne bi li nav cenazeyan digerin û dixwazin tesbît bikin ka qurbanî xizmên wan in an na. Weke ku di vîdeoyan de tê dîtin, xizmên qurbaniyan bi alîkariya xebatkarên sarincê yek bi yek li cenazeyan digerin û xizmên xwe nas dikin, zincîra her çenteyekê vedikin, piçekî lê dinêrin û bi neçarî ber bi çenteyekî din ve diçin.

Ji ber ku hefteyek di ser re derbas bûye keştî di binê avê de maye , cenaze deforme dibin û bi hêsanî nikarin bên teşxîskirin, Ji bo cenazeyên wan jî hatine analîzkirin.

Welatiyê ku vîdyo ji Rûdawê re şandiye dibêje, di sarincê de 15 term hene, her çend term xirab bûne, lê mirov dikare bêje ku kîjan Misrî, Efxanî û Kurd in.

Welatî got “Bi qasî ku me zanî, di nav cenazeyan de 3 kurd hebûn, piraniya wan Misrî û hinek jî Efxan bû. Tenê laşê jinekê hebû, yên din jî mêr bûn.”

Qûrbaniyên keştiya ku di 31ê Cotmehê de ji bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê diçû bajarê Evia yê Yunanistanê, beriya bigihêje Yunanistanê li girava Mîdîliyê noqî binê avê bû.

Li gorî dîmenên ku ketine destê Rûdawê, yek ji wan rêwiyan ku koçberekî kurd e, daxwaza alîkariyê kiriye û dibêje “Keştiya me xerab bûye û eger hûn alîkariya me nekin em dê hemû bimirin.”

Piştî 6 saetan ji vîdyoyê, keştî binav bû. Li gorî agahiyên polîsên Yunanistanê, ku ji peyamnêrê Rûdawê li Yunanistanê re ragihandin tenê 12 koçber hatin rizgarkirin, termê 26 kesan hatin derxistin û lêgerîna 30 kesên din jî berdewam dike.

Nûnerê Komeleya Penaberên Vegerandî li Yunanistanê Peşraw Ebdullah, ku ji bo lêkolînkirina çarenivîsa qurbaniyan hefteyekê li cihê bûyerê ye, got ku termên 15 kesan li bajarê Xalkîdanê yê parêzgeha Evia hatin dîtin Cenazeyên din jî birin Atînayê û li Tiba Edlî hatin girtin.

Peşraw Ebdullah da zanîn ku di nava cenazeyan de Kurd jî hene, ji ber wê jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku testa DNA’yê ji xizmên qurbaniyan re bike, da ku piştrast bibin ku zarokên wan jî di nava cenazeyan de ne an na.

Vîdeoyê: https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion

Peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zale ragihand ku polîsên Yunanistanê ji wan re gotine ku keştiyên ji Tirkiyê tên, kaptanên wan ne şareza û biçûk in, ji xeteriya pêlên deryayê bê agahî ne û gelek caran pêlan nabînin ji ber ku bi şev tên. Keştiya ku di 31 ‘ê meha bihurî de noqî avê bû, 260 kîlometre derbas kiribû, bi tenê çend kîlometre mabû xwe bigihîne peravên Yewnanîstanê, pêlên li girava Mîdîlê hilweşiyabû.

Peyamnêrê Rûdawê li Yûnanistanê dibêje, rêya girava Mîdîlî yek ji wan metirsîdartirîn rê ye, heta kştiyên mezin jî ji derbasbûna wê dûr dikevin, lê ji ber ku çavdêriya hêzên deryayî kêm e, qaçaxçiyan bêyî ku li ser ewlehiya wan bin, koçberan dibirin Yunanistanê.

Pêşewa Ebdullah dibêje diyar kir ji bilî hilbijartina rêyên metirsîdar, qaçaxçî ji bo ajotina belemen kesên temen biçûk bi kirê digrin, haya wan ji xetereyên rê nînin û dema asê dibin jî nizanin çawa alîkariyê bixwazin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights