Ana SayfaKURDISTANZirxpoşeke artêşa Tirkiyê li Helebê jinek û zarokek kuştin

Zirxpoşeke artêşa Tirkiyê li Helebê jinek û zarokek kuştin

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema 2 zirxpoşên serbazî yên Tirkiyê li nav bajarokê Etarib digeriyan, yek ji wan li pîrejinekê û zarokekê daye û herdu di cih de kuştine.

Piştî bûyerê hejmareke zêde ya xelkê bajarokê Etaribê li zirxpoşên artêşa Tirkiyê kom bûne û dane ber keviran.

Lê Asayişa Giştî ya ser bi Desteya Tehrîr el-Şam ve, anku Cebhet el-Nusreya berê, wesayîtên artêşa Tirkiyê ji xelkê parastine.

Li aliyê din Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye îdia kir ku bûyer li bajarokê Etarib ê Helebê qewimiye, dema 2 wesayîtên zirxî yên Tirk di nav bajêr re derbas dibûn. SOHRê diyar kir ku piştî mirina jinek û zarokekê, xelkê bi hêrs li dora konvoyê kom bûne da ku nehêlin ew ji bajarok derkevin.

Heta niha ji aliyê Tirkiyê ve di derbarê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

SOHRê da zanîn ku ev ne cara yekê ye ku bûyereke bi vî regî çê dibe, ji ber ku zarokek di 3yê Mijdarê de li bajarê Seri Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê wesayîteke leşkerî ya Tirk ve hatibû kuştin.

Welatiyan gazinan ji awayê derbasbûna wesayîtên Tirkiyê li bajar û gundên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights