Ana SayfaGIŞTÎZÊBARÎ: SERKİRDATİYA KURD BİRYARA RAGİHANDİNA DEWLETÊ DİDE

ZÊBARÎ: SERKİRDATİYA KURD BİRYARA RAGİHANDİNA DEWLETÊ DİDE

Berpirsê Pilebilindê PDKê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re ragihand, eger Encumena Parêzgeha Kerkûkê yan encumena her devereke din a di çarçoveya deverên nakokî li ser de, daxwaz bikin ku referendum li deverên wan jî birêve biçe, tekez dê proseya referandumê li wan cihan jî were lidarxistin.

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê û serkirdeyekî pilebilind ê wê partiyê, Hoşyar Zêbarî mêvanê bernameya îşev a Rûdaw Îro ya televizyona Rûdawê bû û li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê, egera lidarxistina referandumê li Kerkûkê û civîna îro ya serkirdatiya Kurdistanê ya bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re axivî.

Hoşyar Zêbarî li ser rewşa Iraqê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Iraqê axivî û got, ji sala 2011ê pê ve şirîkatiya navbera Kurdan û Iraqê nema.

Zêbarî amaje bi biryara serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bo encamdana referanduma serxwebûnê kir û diyar kir, ku lidarxistina referandumê ji her tiştî giringtir e.

Zêbarî li ser astengî û zehmetiyên li pêşiya referendum û serxwebûna Kurdistanê jî da xuyakirin, ku ji bo bidestxistina armancên me pêwîst e qurbaniyên mezintir were dan.

Serkirdeyê pilebilindê PDKê behsa civîna îro ya serkirdatiya Herêma Kurdistanê bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê re kir û da zanîn, ku nûnerên 33 welatan beşdarî di civîna îro de kirin.

Li ser helwesta Netewên Yekbûyî ya li hember lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê jî, Hoşyar Zêbarî ragihand: “Ne giring e ku Netewên Yekbûyî razîbûna xwe li ser referandumê nîşan bide”.

Hoşyar Zêbarî tekezî li ser biryara Kurdistanê bo diyarkirina mafê çarenivîsê kir û got: “Serkirdatiya Kurdî biryara ragihandina dewletê dide”.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights