Jiyan Kameran, Wendabûya Helebceyê, dibêje, “7 sal e li Kurdistanê bi tenê dijîm. Ti kesekî min diyar nîne. Ne dizanim kî me, kesûkarên min kî ne û tiştekî min ne diyar e. Navekî xeyalî li ser min e. Rast e navê Jiyan ji bo min gelek mezin e, ji ber ku cenabê Kak Nêçîrvan ew nav li min kir.”
Di roja kîmyabarana Helebceyê de, bi deh hezaran sivîl koçber bûn, ku gelek ji wan berê xwe dan Îranê.
Heta niha çarenivîsa 119 zarokan ne diyar e û 76 malbatan navê zarokên xwe yên winda tomar kirine û ji bo dîtina wan belgeyên pêwîst pêşkêş kirine. Piştî bûyerê 8 kesên winda hatine dîtin, ku 7 ji wan bi kesûkarên xwe şad bûne û dosya yekî jî heta niha yekalî nebûye.
Loqman Ebdulqadir, Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê, dibêje, “Eger li gor temen jî be hejmarek ji wan warisan koça dawî dikin, paşê eger zarok jî vegere tu dê li gel kê berawird bikî! Eger bankek hebe van zanyariyan kom bike û li gel xwe bipaze û her dema kesek behsa Helebcebûyîna xwe dike, li gel wan amaran bê berawirdkirin wê demê gelek hêsan dibe.”
Dosyeya zarokên winda yên Helebceyê niha li dadgehê hatiye girtin û eger kesekî windayî vegere divê dê û bavên xwe eşkere bike.
Niha jî 5 kesên ku bi xwe dibêjin: Wendahiyên Helebceyê ne û li benda dîtina malbatên xwe ne, lê ji ber ti kesek nîne ku pişkînîna wan berawird bikin, dosyeya wan ragirtî maye.
RUDAW