Ana SayfaGIŞTÎLi Amedê gelek jin hatine desteserkirin

Li Amedê gelek jin hatine desteserkirin

Li Amedê di saetên sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtine. Di serde girtinên malan de Adalet Kaya, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê, Fatma Yildizhan, Sekretera Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê(SES) û Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka Şaredariya Sûrê ku ji wezîfeyê hatibû girtin di nav de gelek jin hatine desteserkirin. Li gorî nûçeya JinNewsê derbarê 24 kesan de biryara desteserkirinê heye.

Çavkaniyên herêmî yên ku bîanetê xwe gîhandine wan îddia kirine ku hêceta desteserkirinê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye.

Jin wê ti carî çog nedin ”

Şaxa Amedê ya SESê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye û weha gotiye:

“Vê sibehê sekretera me ya jin Fatma Yildizhan jî di nav de gelek jin hatin desteserkirin. Her cara ku desthilatdarî di tengije têkoşîna jinan sûcdar dike û ji xwe re li rêyeke rizgarbûnê digere. Lê bila ji bîr nekin ku , jin wê ti carî çog nedin . Hevalên me demildest serbest berdin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê navên kesên ku hatine desteserkirin weha ne:

“Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê Nevîn Oyman, endama Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîvîsta TJAyê Zekiye Guler, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Sekretera Şaxa SESê ya Amedê Fatma Yildizhan, Hevseroka TUM BEL-SENê Nîhal Yanik, Sekretera Perwerdeyê ya Egîtîm Sen a Hejmar 1ê Hatîce Efe, Sekretera Jinan a BTS’ê Bahar Ulug, Sakîne Karadenîz û Bîrsen Guneş.” (EMK/AY) Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights