Ana SayfaCIWANZarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin

Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin

Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve Muharrem Aksan ê 16 salî ku şivaniyê dikir, mirî hat dîtin. Hat zanîn ku cenazeyê Aksan ê ku di navbera gundê Micid û Qinegûrê de hat dîtin, laşê wî parçe bûbû û laşê wî ji guleyan bûye serad. 

Aksan ê nehat malê, malbata wî xist nava gumanan û ragihand ku lawê wan winda bûye. Di encama lêgerînê de cenaze hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku rapora pêşî ya otopsiyê nedane malbatê û dê malbat cenaze li gund veşêre. 

Parêzerê malbatê jî diyar kir ku rapora otopsiyê ya pêşî nehatiye amadekirin û hêj nedane wan. 

LI CIHÊ KU POLÎS LÊ GULEYAN BERDIDIN HAT DÎTIN 

Li aliyê din me xwe gihand şêniyên gund û diyar kirin ku cenaze li qada fêrkirina guleberdanê ya polîsên tîmên taybet hatiye dîtin. Gundiyan da zanîn ku polîs di hefteyê de 2 caran li wir ji bo fêkirinê guleyan berdidin û texmîna wan ew e ku Aksan ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. 

DÎMENÊN KEVN 

Me xwe gihand dîmenên sê meh berê şivanan li wê qadê girtin e. Di dîmenan de tê xuyakirin ku li vî cihê ku Aksan jiyana xwe ji dest daye, polîs ji bo fêrkirinê guleyan berdidin û ji ber bûyerek birîndariyê ambulans tê cihê bûyerê. Her wiha di dîmen de tê dîtin kul i cihê bûyerê dû hildikişe. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights