Ana SayfaGIŞTÎYNK Û BEXDA LI SER HINARDINA PETROLA KERKÛKÊ LIHEV KIRIN

YNK Û BEXDA LI SER HINARDINA PETROLA KERKÛKÊ LIHEV KIRIN

Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl Elî ragihand, ligel hikûmeta Iraqê rêkeftine ku petrola Kerkûkê di riya boriyên petrolê hinardeya bendara Ceyhanê ya Tirkiyê bikin.

Kusret Resûl Elî ji ajansa “Rueters” re ragihand, di çarçova civîna serkirdayetiya YNKê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li Silêmaniyê, pirsgirêka petrola Kerkûkê hate çareserkirin û herdu alî lihev kirin ku, petrola Kerkûkê careke din bo Tirkiyê bê hinardekirin.

Hefteya borî, hêzeke taybet ya YNKê dest danîbû ser kêlgehên petrola Kerkûkê û gefa helwesteke tund xwar, heger daxwazên wan yên derbarê dahatiya petrola Kerkûkê de netê cibicîkirin.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights