Ana SayfaCIWANXWENDEKARÊN JI BO HEVALÊN XWE YÊN DESTESERKIRÎ KOM BÛNE DESTESER KIRINE

XWENDEKARÊN JI BO HEVALÊN XWE YÊN DESTESERKIRÎ KOM BÛNE DESTESER KIRINE

Polîsan xwendekarên ku xwestine li ber avahiya Edliyeyê ya Çaglayanê piştgiriya xwendekarên desteserkirî bikin, desteser kirine. Duh li ber Zanîngeha Bogaziçiyê di dema xwenîşandana protestoyî de polîsan ji ber ala keskesor vekiribûn, xwendekar desteser kiribûn.

Polîsan ew xwendekar li ber avahiya Edliyeya Çaglayanê desteser kirine ku ji bo hevalên xwe yên desteserkirî çûbûn Edliyeyê. Duh li Kampusa Bakurî ya Zanîngeha Bogaziçiyê bi sedema ku ala keskesor a nîşaneya civaka LGBTI+yan e hildane polîsan 24 xwendekar desteser kiribûn. Çav li rê bû ku îro 24 xwendekaran bînin edliyeyê.

Parêzeran gotiye ku îro herî hindik 40 xwendekar desteser kirine.

Bogaziçi Tvya ku ji bo çalakiyên xwendekaran ên Bogaziçiyê ragihîne hatibû avakirin, diyar kiriye ku polîsan hemû hevalên wan desteser kirine: “Hemû kesên li ber Çaglayanê weşan dikir desteserkirî ne! Em, ekîba Bogaziçi tvyê jî desteserkirî ne! Em nizanin hevalên me birine ku, me zanyarî bi dest xist em ê bi we re jî par ve bikin.”

Yagmûr Kaya, nûçegîhana Arti Gerçekê jî di dema şopandina nûçeyê de li ber edliyeyê polîsan ew desteser kiriye. (DŞ/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights