Ana SayfaKURDISTANIraq dixwaze hêzên Kurdistanî ji Xaneqînê derkevin

Iraq dixwaze hêzên Kurdistanî ji Xaneqînê derkevin

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, 20 gundên Kurdan li wê navçeyê hatin vala kirin û bi vê biryarê jî metirsiya valakirina hin gundên din jî heye.

Ji aliyê Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ve biryara derxistina hêzên ewlehiyê yên Kurdî ji Xaneqînê hat dayîn.

Di fermanê de tenê navê du hêzan hatiye diyarkirin lê hêzên asayîşê, polîs, hêzeke Pêşmerge û tîmeke hawarçûnê ya girêdayî rêveberiya Germiyanê hatine agahdarkirin ku ji Xaneqînê derkevin.

Hin şêniyên Xaneqînê nîgeran in, dibêjin eger hêzên ewlekariyê vekişin dê ew jî ji bajêr derkevin.

Fermanber Mehmûd Kakeyî got, “Xelk heye bi dil û piştevaniya wan hêzên ewlehiyê yên li Xaneqînê ne, xelkê bajêr in, merivên wan in, heger sibe ew werin derxistin dê beşeke xelkê ji bajêr derkevin.”

Fermanber Rizgar Mehmûd anî ziman, “Pêşmerge yê xelkê Xaneqînê ye ku ji Xaneqînê were derxistin biçe ku, çawa bajarê xwe li dû xwe bihêlî. Em bi ti awayî ne razî ne, razî jî nabin ku ew hêz werin derxistin.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî êrîşên 16ê Cotmehê ji Xaneqînê derket. Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê dibêje, niyeta aliyên Iraqî ew e ku Xaneqînê bikine herêmeke Erebî.

Berpirsê Liqa 15 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Cafer Şêx Mistefa anî ziman, “Ji bilî hêzên ku li wir hene, li baregehan jî pasewan hene, wate divê ew jî werin derxistin. Niyeteke wan heye dixwazin û hewl didin Xaneqînê ji Kurdayetiyê damalin.”

Biryar niha ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Parlamentera Parlamentoya Iraqê Sûzan Mensûr got, “Ji aliyê serokkomar, lijneya ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê ve û hinek kesên ku bandora wan heye li ser biryarê li ser xet in. Ez bi xwe jî bi wê mijarê re mijûl im, baş e ku heta niha me kariye wê biryarê ragirin lê ew tiştê ku heta niha rû nedaye dixwazin bikin, biryar nehatiye binpêkirin.”

Piştî êrîşên 16ê Cotmehê Xaneqîn ketibû bin desthilata leşkerî ya Hikûmeta Iraqê û ji wê demê ve heta niha 24 gundên Kurdan bi temamî hatine valakirin û li bajarokên Gulalw û Sadiyeyê jî kêmtirî 50 malên Kurdan mane.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights