Ana SayfaCÎHANWickremesinghe Wek Serokwezîrê Nû yê Sri Lanka Hat Erkdar Kirin

Wickremesinghe Wek Serokwezîrê Nû yê Sri Lanka Hat Erkdar Kirin

Serokê Sri Lanka Gotabaya Rajapaksa, di hewlikê aramkirina alozîya bsîyasî ya berdewam îro Pêncşemê Ranil Wickremesinghe careke din wek serokwezîr erkdar kir.

Wickremesinghe berê jî pênc caran serokwezîrîya Sri Lanka kiribû, îro di merasîmeke li xanîyê seroktîyê de sond xwar û dest bi kar kir.

Xwepêşandarên ku ji rewşa aborî û sîyasî ne razî ne, ew pirtir ji mehekê ye ku pêşîya qesira seroktîyê asteng dikirin.

Mahinda Rajakapsa, ku birayê serokê welêt e, di encama xwepêşandanên girseyî yên dijî wî de, roja Yekşemê dest ji kar berdabû û hikûmet jî bi otomatîkî pûç bûbû.

Pispor bal dikşînin ku pêngava serok Gotabaya Rajapaksa armanc dike ku berî dabûstandinên bi Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) ya derbarê planeke alîkaryê, aştî û aramîyê li Sri Lanka bi cîh bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di xwepêşandanên girseyî yên nerazîbûnê de 9 kes hatibûn kuştin, nêzî 200 kesên din jî birîndar bûbûn.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights