Ana SayfaKURDISTANWezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên jî li ser komkujiya Tirkiyeyê li Zaxo’yê bi amadebûna şandeyeke leşkerî ji çapemeniyê re axivî.

Fûad Hisên diyar kir kesên pispor û berpirsên leşkerî li gel wan derbarê komkujiya Zaxo’yê de lêkolîn kirine û got: “Di encama lêkolînê de derket holê ku bombebaran (topbaran) ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Fûad Hisên diyar kir hebûna Tirkiye ya li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin û got: “Eşkere bû ku şerê dewleta Tirk ne li gel PKK’ê ye. Tirkiye bi dehan gundên Kurdistana Iraqê dagirkiriye û xelkê sivîl dikûje.”

Hisên ji Tirkiyeyê xwest lêborînê bixwaze û got: “Pêwîste Tirkiye van êrîşan bide rawestandin û em ê li Asayîşa Navnetewî giliyên li dijî Tirkiyeyê tomar bikin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights