Ana SayfaGIŞTÎWEZARETA NAVXWE: PKK BERPIRSYAR E

WEZARETA NAVXWE: PKK BERPIRSYAR E

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, PKK berpirsê ji ber bûyerên ku îro li Xanesorê ya ser bi nahiya Sinûno ya qezaya Şingalê ve rû dane.

Di daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku çapek jê gihêşt dest K24ê, tê de hatiye, “Tekezî li ser wê dikin, her çi îro bûbe, PKK bi destê xwe kirin û hin ji polîsa medenî ketin ber êrîşan, bi ti awayî jî polîsa medenî ne berpirsyar e.”

Di deqa daxuyaniyê de hat: “Derbarê bûyerên îro li Komelegeha Xanesorê ya ser bi nahiya Sinûno ya qezaya Şingalê ve bûne de, raya giştî ya Kurdistanê û derve agahdar dikin ku:

  • PKK bi awayekî bername bo wê dariştiye, sor e li ser têkdana aramiya navçê. Berdewam hewl dide hêzên Hilûmeta Herêma Kurdistanê îstifzaz bike û bi hemû awayekî dixwaze aloziyan dirust bike.
  • Bo vê mebestê çend roj in ji navçeyên Hesek, Dêrik û navçeyên din yên Kurdistana Sûriyê xelkê û hêza çekdar tîne sinorê Şingalê û rojane pirsgirêkan dirust dike.
  • Her di vê çarçovê de, îro xwastin êrîşî ser hêzên fermî yên hikûmetê li Xanesorê kirin, lê polîsa nedenî hewl da kontrola rewşê bike û rûbirûbûn dernekeve.
  • Dupat dikin, di bûyerên îro de her çi bûbe, bi destê xwe kirin û hin polîsên medenî ketin ber êrîşan, bi ti awayekî jî ne berpirs e, tenê PKK berpirs e ku bi mebest dixwazin hin ji birayên me yên Êzidî bikin alava planeke gemar.
  • Dupat dikin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayekî naxwaze rûbirûyî hev bibin û daxwaz ji PKKê dikin jîrane tev bigere.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

14 – 3 – 2017

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights