Ana SayfaGIŞTÎVIRÛSA KORONA Û KARKERÊN DEMSAL A ÇANDINIYÊ;

VIRÛSA KORONA Û KARKERÊN DEMSAL A ÇANDINIYÊ;

Di pêvajoya Virûsa Koronayê de, li Cîhanê mirovahî kete rewşekî pir awarte. Dê ev rewşa awarte kînga xelas bibe ne bevliye. Di vê pêvajoyê de hemû dewlet, niha di serî de jî saziyên wanê tendûristî ketine nav astengiyên herî mezin. Û hemû beşên civakî ketin bin bandora peroka Koronayê, lê di nav beşên civakê de herî zêde şert û mercên xebatkaran zore, di  nav xebatkaran de jî rewşa karkerên demsal a çandiniyê herî zor û di tehlûke yê herî mezin de dijîn.

Nusrettin Maçin* / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di li vir de du pirs tên pêşiya civakê, dê ya karkerên demsal a çandiniyê îsal neçin kar? Û ji bona debara wan divê dewlet meaşê bide girêdan. Ya pirsa duyemîn, dewlet debara wan bigre ser milê xwe jî tehlûkeyek mezin heye ku li Tirkiyê  dê warê zadan de bikeve navê tunebûnê. Ji bo ku di warê çandiniyê de bi îthalatê re girêdaye.

Di nav pakêta mertalê de cihê cotyariyê tuneye! Ji xwe qet qala karkerên demsal a çandiniyê nakin û nayê bîra desthilatdaran! Ji belavbûna nexweşiya perokê û berê wî jî wezîrê Çandiniyê û daristanê Bekir Pakdemirli gote -dibêje  di warê cotyarî û sektora zad de tu kêmasî  tuneye.  Ji ber ku di warê cotyariyê de girêdayê derva ye.

Ji sedema pandemiyê dê rojên pêşiya me di warê bazirganî û geştîguzariyê  de, bi taybetî jî di warê xwarinê û zadan da di gomrikê xwe bigrin! Bi kurtahî girtina sînoran û di warê cotyariyê de bi girêdana derva em bixwazin nexwazin me tirsa herî mezin xela ye.

Hêna em di destpêkê vê pêvajoyê de ne, di niha de, Federasyona Rûsya yê, Kazakîstan, Ermenîstan, Belarûs û Kirgizîstanê, di navbera  xwe de yekîtiya aboriya Avrasya yê avakirine, ji bo hemberê peroka Koronayê di çerçova ya tedbîrê de, pir cûreyê hilberanên çandiniyê de qedexe anîn heyanî dawiya  Hezîranê.

Di haber çandinê de, di nûçeya 7 tê Avrêl 2020 an de, “Ofîs a Zadanê erdê (TMO)  ji bo girtina 250 hezar ton nanê genim pir îhaleyê navneteweyî  vekirin. Di Meha  Çilê, Sibat û Adarê de li ser hev 1 milyon û 430  hezar ton îhale hatî bû kirin. Bi îhaleyê meha Avrêlê ve di nav van çar mehan de  bi ser hev re dibe 1 milyon û 680  hezar ton genim Tirkiye îthal dike”.

Ev rewşa Tirkiyê tehlûke yê pêşeroja me dide berçavan, ji bona vê yekê girîngiya  çandiniyê û  karkerên demsal a çandiniyê bi zelalî li berçavan e.

Ey  karkerên demsal, divê ev pêvajoya dîrokî de em birêxistinî  rola xwe yên Çînî bilîzin! Jiyan bi destê me didome, xwarin û vexwarin bi keda me tê afirandin. Divê em xwediyê xwe, malbata xwe û hevalê karkerên xwe jî   bi zanabûn xwedî derkevin. Ji bo vê yekê em îsal biserê xwe neçin li ser kar, di serî de  ji wezîrê hundir a tendûristî û  çandiniyê alîkarî bixwazin.

Tedbîrên Tendûristiyê;

 1- Di serî de dema ku karê we li derveyê bajarê we be, ji bajarê xwe bi  wesîle Midurê çandiniyê bajêr; hem Zabita yê trafîk û  bin çavdêriya  tendûristî de herin.

2- Bajarê ku hûn gihîştên  bila xebera Midurê çandiniyê bajêran navçeyan hebe, cîhê raketin û nan xwarin di  bin çavdêriya wan de ji bo jīyangehê divê hijyenîk be.

3-Herêma  cîhê karê we di aliyê dewletê de divê bigrin binê karantina yê  kes ji derve neyê cîhê karê we.

4- Di heftê carek de  daxwaz li karmendên tendûristî bikin û bila xebatkar ji kontrolê  derbaz bibin.

5- Van hemû şert û mercên ku jor de me anî ziman divê  pêk were, hûn bê guman  karê xwe bikin.

6- Divê karkerên demsal a çandiniyê di nav xwe de birêxistinî bibin. Û bi yewmiyekî erzan neyin  şixûlandin.

7- Di ev rewşa peroka Koronayê de, ji 6 saet zêde neşixûlin û qebûl nekin.

8- Keda însan di jiyana civakî de çiqas girînge, rêxistiniya ked jî ewqas ji bo jiyane kî  serkeftinî  re pêwistî heye.

Gotina dawî jiyan bi destê me dewlêmend bû,  lê pergala Kapîtalîzmê, me bê milk hîşt e û îro  jî dengeyên xwezayê û mirovahî yê ser û bin dike.

Tüm sayıların PDF formatları için aşağıdaki bağlantılara tıklayın

Sayı- 1

Sayı- 2

*Parlementerê HDP’ê ya Rihayê

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights