Ana SayfaJINTTB: “Aysel Tûglûk nikare li girtîgehê bimîne”

TTB: “Aysel Tûglûk nikare li girtîgehê bimîne”

Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) ji bo rewşa Aysel Tûglûkê, parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) raporek amade kiriye. Tûglûk bi nexweşiya demansê ye.

Parêzerên Tûglûkê, Reyhan Yalçindag Baydemîr û Serdar Çelebiyî di 13ê Îlonê de serî li TTByê dabûn. TTByê heyetek amade kiribû ku di vê heyetê de pisporên norolojiyê, tiba edlî û psîkratiyê hebûn.

Heyeta pisporan lêkolîna raporên ku Saziya Tiba Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê, Beşa Zanista Esasî ya Norolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, çavdêriyên Gultan Kişanaka bi Tûglûkê re di heman qawişê dimîne û parêzeran kirine.

“Nabe di girtîgehê de bê dermankirin”

Pisporan di encama lêkolînê de gotiye ku dermankirina Tûglûkê, “nabe di nava şert û mercên girtîgehê de pêk bê, divê li saziyeke tenduristiyê ya qonaxa 3yem tekez bê kontrolkirin û ew nikare di nava şert û mercên girtîgehê de bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike.”

Her weha hatiye diyarkirin ku Tûglûk “bi nexweşiya demansê ya qonaxa navîn de ye” û “li gel têkçûnên hişî, nîşaneyên depresîf ên parçeyên ji nexweşiyê ne” li Tûglûkê peyda dibin.  (RT/FD)

Ruken Tuncel / Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights