Ana SayfaCÎHANTRUMP: ARTÊŞA AMERÎKA, HEVKARÊN KOALÎSYONÊ Û HSD'Ê HEMA BÊJE HEMÎ AXÊN DI...

TRUMP: ARTÊŞA AMERÎKA, HEVKARÊN KOALÎSYONÊ Û HSD’Ê HEMA BÊJE HEMÎ AXÊN DI DESTÊ DAIŞ’Ê DE RIZGAR KIRIN

Serokê Amerîka Donald Trump bo nûnerên 79 dewletan yên beşdarî civîna Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê bûn, gotarek pêşkeş kir.

Trump dîyar kir ku dibe ku ew hefteya pêş ragihînin ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Îraq û Sûrîyê, DAIŞ bi temamî têk biriye.

‘’Artêşa Amerîka, hevkarên me yên koalîsyonê û Hêzên Sûrîya Demokratîk, hema bêje hemû herêma berê di destê DAIŞ’ê de bû rizgar kir’’ Trump got.

Wî da zanîn ku dibe ku hefteya pêş 100 ji sedê ‘’xîlafeta DAIŞ’’ê di destê wan de be, lê dîyar kir ku ew dixwaze ku li benda daxuyanîya fermî bimîne.

Serokê Amerîka bi berdewamî spasîya hevkarên koalîsyonê kir û dîyar kir ku jiber ku metirsîya bermayên DAIŞ’ê didome, ew dê xebatên bi wan hevkaran re bidomînin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights