Ana SayfaKURDISTANTirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn

Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn

Tirkiyeyê bi topan êrişî gundê Perex ê girêdayî bajarokê Derkar a navçeya Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê kir. Hat zanîn ku li herêma navborî geştiyarên ereb hedef hatin girtin. Li gorî agahiyên destpêkê; di encama êrişa de heta niha herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 22 kes jî birîndar bûne. Di dîmenên piştî topbaranê de tê dîtin ku di nava kesên hatine qetilkirin û birîndarkirin de zarok û jin jî hene. 

ROJNEWS: 9 MIRΠ

Li gorî nûçeya Rojnewsê; di encama bombebaranê de herî kêm 9 kes hatine qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûne. Qeymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ku Rojnewsê xwe gihandê diyar kir ku kesên di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest dayîn geştiyarên ereb in. 

Ajansên ku li Herêma Federal a Kurdistanê weşanê dikin jî derheqê kuştî û birîndaran de agahiyên didin. Di hinek nûçeyan de hejmara kuştiyan wekî 10 û di hinek nûçeyan de jî weke 5 hatiye ragihandin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights