Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin ‘NA’

Divê hûn bixwînin

Partî û saziyên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: “Em ji şerê dagirkeriyê re bêjin ‘NA’. Dem hatiye ku siyaseta kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku ‘Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne’. Ango îro roj roja yekitiya netewî ye.” 

Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve şerek nû ango êriş dan destpêkirin. Di serî de li Kurdistanê, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê ji bilî PDK’ê heta niha sazî û dezgeh û şexsiyetên gelê kurd û dostên xwe li dijî vî şerî derdikevin. 

Îro jî li Amedê partiyên tifaqa Kurdistanî nerazîbûnek hevpar nîşanî şer dan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Nusrettîn Maçîn, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, nûnerên Partiya Azadî, DDKD, Partiya Însan û Azadiyê, Platforma Jinên Kurd ku di nava Tifaqa Kurdistanî de cih digirin tevli civîna çapemeniyê bûn. Civîn li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat a Amedê hat lidarxistin. 

Daxuyanî kurdî û tirkî hat xwendin. Metna daxuyaniya kurdî Cîgirê Serokê Giştî yê PDK -T Ozan Kardaş û metna daxuyaniya tirkî jî Cîgirê Serokê Giştî yê 

PÎA’yê Sedat Dogan xwendi. 

Daxuyanî wiha ye: 

“Hikûmeta Tirkiyê ku ev demeke dirêj e li dijî Herêma Kurdistanê amadekariya operasyona leşkerî dikir, ev operasyon da destpêkirin û hê jî berdewam dike. Li operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor ku bi dehan sal in pêk tên, operasyoneke nû hat zêdekirin. Mîna operasyonên leşkerî yên ku berê pêk hatin, operasyonên ku didomin jî dê xitimandinê kûrtir bike (girêkê kor bike) û rê li ‘çareseriyê’ bigre. Em vê yekê şermezar dikin. Her wiha operasyona leşkerî binpêkirina sînorên dewleta cîran e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Divê Tirkiye di zûtirîn demê de operasyona leşkerî rawestîne, 5 baregeh û 38 xalên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê vekişîne. 

Gava yekem a çareseriyeke mayînde ev e. Ji bo vê jî em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helwesta xwe bi awayeke zelal nîşan bide ku Tirkiye operasyona leşkerî rawestîne û bi vekişandina baregehên xwe dawî li dagirkeriyê bîne.

JI ŞER RE NA

Tirkiye ji rewşa ku ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê derketiye holê sûd werdigire û bi vê yekê siyaseta xwe ya şer li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser kurtir dike, ev yek dibe ku bibe sedema karesateke nû, bi taybetî jî bibe sedema ziyanên canî! Ji ber vê em ji şer re dibêjin ‘NA’. Em bang li gelê Kurd dikin ku êrişên li ser destkeftiyên xwe, statûya ku bi dest xistine jî di nav de, li hundir û derveyî sînor rawestîne.

PÊDIVÎ BI ÇARESERIYÊ HEYE 

Di pirsgirêka Kurd de îro ji berê zêdetir pêdivî bi çareseriyeke aştiyane heye! Siyaseta şer a li hundir, li ser sînor, li Meclisê û li ser maseyên dîplomatîk tê meşandin çareserî pêk neanî û dê pêk neyê. Ji ber vê yekê jî wek Tifaqa Kurdistanî em giringiyê didin siyaseta ‘normalîzekirinê’ ya ku Tirkiyê bi cîranên xwe re; ji Ermenistanê heta Îsraîlê, ji Misirê heta Îmaratê daye destpêkirin û em bangî Tirkiyê dikin ku bi cîranên xwe ên rêveberiyên Kurdistanê re jî heman polîtîkaya normalîzekirinê bi awayeke mayînde bidomînin. Her gava aştiyane ya ku bi rêveberiyên Kurdistanê re bê avêtin ji bo berjewendiyên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.

ŞER KRÎZAN KÛRTIR DIKE

Eşkere ye ku polîtîkayên şer pirsgirêka Kurd çareser nake, krîza aborî û encamên wê yên civakî girantir dike. Ji niha ve xûya ye ku krîza aborî û enflasyon, zem, betalî, xizanî ya ku gel ditingijîne bi polîtîkayên şer dê bi tevahî ji kontrolê derkeve. Şer, windakirina cana ye ku di jiyana civakan de nirxên herî pêwîst ên gelan e. Krîza aborî, birçîbûn û xizanî ye. Em ji şer re dibêjin NA. Em bang li Neteweyên Yekbû (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), Yekitiya Ereban û Iraqê dikin ku ‘vê operasyona leşkerî rawestînin.’

DIVÊ MUXALEFET PIŞTGIRIYA AKP’Ê NEKE

Banga me ji muxalefetê re; piştgiriyê nedin polîtîkaya şer a hikûmeta AKP’ê. Ji şer re bêjin na, ji bîr nekin ku AKP jî bi vê polîtîkaya şer xwedî planên hilbijartinê ye. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hevdîtina bi hikûmetê re di heman xeta şer de yan jî şopandina polîtîkayên hovanetir, xelet e û dê encamên vê yekê ji bo gelên me gelek giran bin.

ŞER JI EYN ÎSAYÊ HETA BAŞÛR DIRÊJ BÛYE! 

Em bang li gelên Tirk, Fars û Ereb dikin; Ji şer û siyaseta dagirkeriyê re bêjin ‘NA!’ Û em ji bîr nekin ku bêyî gelê Kurd azad bibe; siyaset, rewşenbîr û civaka faris, tirk û ereb azad nabin. Demokrasî di civakê de bi awayekî mayînde pêş nakeve. Ji ber ku siyaseta yekperest-nîjadperest; polîtîkaya navxweyî û derve, maf û azadiyên bingehîn, qanûn, sazî û çandê bi tirsa avakirina Kurdistanê dizayn dike; ev yek hewldanên deokratîkbûyinê jî jehrî dike.

Banga me ji bo siyaseta Kurd ew e ku; her çiqas di navbera dewletên kolonyalist nakokî û pevçûn hebin jî, me gelek caran dîtiye ku di cih de li ser pirsgirêka Kurd li hev kirine. Îro bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê re ku ji Eyn Îsa heta Kampa Mexmûrê dirêj dibe, Hikûmeta Sûriyê jî li ser xeta Heleb-Heseke ketiye nava liv û tevgerê. Iraq li dora Şengalê dîwar lê dike û leşkeran dicivîne û Îran jî bi fuzeyê gef li Hewlerê dixwe.

ROJ ROJA YEKITIYA NETEWEYÎ YE

Di vê rewşa de ku ji çar aliyan ve hat dorpêçkirin; dem hatiye ku siyaseta Kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku ‘Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne’.

Ango îro roj roja yekitiya netewî ye. Heke em nikaribin Yekitiya Netewî ya mayînde ava bikin, qet nebe bi helwesteke hevpar û hevkarî çalakiyên xwe pêş bixin û bibin dostên hev. Li gel helwestên cuda yên siyasî yên hêzên netewî yên Kurd, roj roja, bi hev re, parastin û pêşxistina destkeftiyan e, bi taybetî jî parastina statuya her du parçeyan e. Roj ew roj e ku divê Partiyên Kurdî; polîtîkaya ‘Yê ku keştiya xwe xilas dike kaptan e’ têk bibin.” MA

Açıklamanın Türkçe ve Kürtçe metinleri aşağıdadır.

BASINA VE KAMUOYUNA!

Türk hükümeti, uzun süredir Kürdistan Bölgesine yönelik hazırlığını yaptığı askeri harekatı başlattı, sürdürüyor. On yıllardır sürdürülen sınır ötesi askeri harekatlara bir yenisi eklendi. Tıpkı geçmişte yapılan askeri harekatlar gibi sürdürülen harekat da “çözüm” değil çözümsüzlüğü derinleştirecek. Kınıyoruz. Ayrıca askeri harekat, komşu devletin sınırlarının ihlalidir ve Uluslararası hukuka da aykırıdır. Türkiye, askeri Harekatı bir an evvel durdurmalı, Kürdistan Bölgesi’nde bulunan 5 askeri üssü ile 38 askeri noktayı geri çekmelidir. Kalıcı çözümün ilk adımı budur. Bunun için, Türkiye’nin askeri harekatı durdurması ve askeri üslerini geri çekerek işgale son vermesi için Kürdistan Bölgesel Hükümeti’ni tutum almaya çağırıyoruz.

Türkiye’nin, Ukrayna-Rusya savaşının yarattığı iklimden de yararlanarak, Kürdistan Bölgesi ile Özerk Rojava’da savaş siyasetini derinleştirmesi başta can kayıpları olmak üzere yeni bir felakete yol açabilir! Bu nedenle Savaşa “hayır” diyoruz. İçeride ve sınır ötesinde Kürt halkının elde ettiği statü dahil kazanımlarına yönelik saldırılarını durdurmaya çağırıyoruz.

Kürt meselesinde bugün geçmişten daha fazla barışçıl çözüme ihtiyaç var! İçeride, sınır ötesinde, Mecliste, Diplomasi masalarında sürdürülen savaş siyaseti çözüm üretmedi, üretmez. Bu nedenle Kürdistani İttifak çalışması olarak, Türkiye’nin, Ermenistan’dan İsrail’e, Mısır’dan BAE’ne…. komşularıyla başlattığı “normalleşme” siyasetini önemsiyoruz ve aynı normalleşme siyasetini komşuları Kürdistan Yönetimleriyle de kalıcı sürdürmeye çağırıyoruz. Kürdistan yönetimleriyle atılacak her barışçıl adım Kürdistan ve Türkiye halklarının yararınadır.

Savaş politikalarının Kürt meselesini çözmeyeceği gibi ekonomik krizi ve sosyal sonuçlarını ağırlaştıracağı da açıktır. Halkı bunaltan, ekonomik kriz ve enflasyon, zam, işsizlik, yokluk savaş siyasetiyle tamamıyla kontrolden çıkacağı şimdiden görülüyor. Savaş, toplumların yaşamında halkların en vazgeçilmez değerleri olan canlarının kaybıdır. Ekonomik kriz, açlık ve sefalettir. Savaşa HAYIR diyoruz. BM’ye, AB’ye, Arap Birliği’ne, Irak’a “bu askeri harekatı durdurun” çağrısında bulunuyoruz.

Muhalefete çağrımız; AKP Hükümetinin izlediği savaş siyasetini desteklemeyin. AKP’nin bu savaş siyasetiyle seçim hesaplarının da olduğunu unutmadan savaşa hayır deyin. Hangi nedenle olursa olsun İktidarla aynı savaş çizgisinde buluşmak hatta daha şahin politikalar izlemek yanlıştır ve halklarımız için ağır sonuçları olacaktır.

Türk, Fars, Arap halklarına çağrıda bulunuyoruz; savaşa ve işgal siyasetine “Hayır” deyin! Ve unutmayalım ki Kürt halkı özgürleşmeden; Fars, Türk ve Arap siyaseti, aydını, toplumu özgürleşemiyor, toplumda demokrasi kalıcı gelişmiyor. Çünkü tekçi-ırkçı siyaset; iç ve dış politikayı, temel hak ve özgürlükleri, yasa, kurum, kültürü…. Kürdistan “öcüsüyle” şekillendirerek demokratikleşmeyi zehirliyor.

Kürt siyasetine çağrımız; Sömürgeci Devletlerin aralarındaki çelişki ve hatta çatışmalara rağmen Kürt meselesinde anında ortaklaştıklarını defalarca gördük yaşadık. Bugün de Türkiye’nin Ayn İsa’dan Mahmur Kampına kadar uzanan askeri harekatıyla paralel Suriye İktidarı da Halep-Haseke hattında hareketlendi. Irak, Şengal etrafına duvar örüp asker yığıyor; İran ise Hewler’i füzeyle tehdit ediyor.

Dört yandan kuşatılmış bu tabloda; gerek parçalarda gerekse dört parçada Kürt siyasetinin “Partilerimiz ayrı Cephemiz Tek. Ulusal özgürlük mücadelesinde aynı saftayız” deme zamanıdır. Yani gün ulusal birlik günüdür. Kalıcı Ulusal Birlik kuramıyorsak iş ve eylem birliğini geliştirelim. En azından dost kalalım. Gün; Kürt ulusal güçlerinin farklı politik duruşlarına rağmen başta iki parçanın statüsünün korunması olmak üzere kazanımları birlikte koruma ve geliştirme günüdür. Kürt partilerinin; “Gemisini kurtaran kaptandır” siyasetini aşma günüdür.

KCD, PARTİYA AZADÎ, PDK-T, DDKD, PÎA, DBP, KKP, HDP, Platforma Jinên Kurd

20 Nisan 2022

***

JI ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ RE

Hikûmeta Tirkiyê ku ev demeke dirêj e li dijî Herêma Kurdistanê amadekariya operasyona leşkeri dikir, ev operasyon da destpêkirin û hê jî berdewam dike. Li operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor ku bi dehan sal in pêk tên, operasyoneke nû hat zêdekirin. Mîna operasyonên leşkerî yên ku berê pêk hatin , operasyonên ku didomin jî dê xitimandinê kûrtir bike (girêkê kor bike) û rê li “çareseriyê” bigre. Em vê yekê  şermezar dikin. Her wiha operasyona leşkerî binpêkirina sînorên dewleta cîran e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Divê Tirkiye di zûtirîn demê de operasyona leşkerî rawestîne, 5 baregeh û 38 xalên xwe yên leşkeri yên li Herêma Kurdistanê vekişîne. Gava yekem a çareseriyeke mayînde ev e. Ji bo vê jî em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helwestê xwe bi awayeke zelal nîşan bide ku Tirkiye operasyona leşkerî rawestîne û bi vekişandina baregehên xwe dawî li dagirkeriyê bîne.

Tirkiye ji rewşa ku ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê derketiye holê sûd werdigire û bi vê yekê siyaseta xwe ya  şer li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser kurtir dike, ev yek dibe ku bibe sedema karesateke nû, bi taybetî jî bibe sedema ziyanên canî! Ji ber vê em ji şer re dibêjin “na”. Em bang li gelê Kurd dikin ku êrîşên li ser destkeftiyên xwe, statuya ku bi dest xistine jî di nav de, li hundir û derveyî sînor rawestîne.

Di pirsgirêka Kurd de îro ji berê zêdetir pêdivî bi çareseriyeke aştiyane heye! Siyaseta şer a li hundir, li ser sînor, li Meclîsê û li ser maseyên dîplomatîk tê meşandin çareserî pêk neanî û dê pêk neyê. Ji ber vê yekê jî wek Tifaqa Kurdistanî em giringiyê didin siyaseta “normalîzekirinê” ya ku Tirkiyê bi cîranên xwe re; ji Ermenîstanê heta Îsraîlê, ji Misirê heta Îmaratê daye destpêkirin û Em bang Tirkiyê dikin ku  bi cîranên xwe ên rêveberiyên Kurdistanê re jî heman polîtîkaya normalîzekirinê bi awayeke mayînde  bidomînin. Her gava aştiyane ya ku bi rêveberiyên Kurdistanê re bê avêtin ji bo berjewendiyên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.

Eşkere ye ku polîtîkayên şer pirsgirêka Kurd çareser nake, krîza aborî û encamên wê yên civakî girantir dike. Ji niha ve xûya ye ku krîza aborî û enflasyon, zem, betalî, xizanî ya ku gel ditingijîne bi polîtîkayên şer dê bi tevahî ji kontrolê derkeve. Şer, windakirina cana ye ku di jiyana civakan de nirxên herî pêwîst ên gelan e. Krîza aborî, birçîbûn û xizanî ye. Em ji şer re dibêjin NA. Em bang li NY, YE, Yekitiya Ereban û Iraqê dikin ku “vê operasyona leşkerî rawestînin”.

Banga me ji muxalefetê re; piştgiriyê nedin polîtîkaya şer a hikûmeta AKP’ê. Ji şer re bêjin na, ji bîr nekin ku AKP jî bi vê polîtîkaya şer xwedî planên hilbijartinê ye. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hevdîtina bi hikûmetê re di heman xeta şer de yan jî şopandina polîtîkayên hovanetir, xelet e û dê encamên vê yekê ji bo gelên me gelek giran bin.

Em bang li gelên Tirk, Fars û Ereb dikin; Ji şer û siyaseta dagirkeriyê re bêjin “Na”! Û em ji bîr nekin ku bêyî gelê Kurd azad bibe; Siyaset, rewşenbîr û civaka faris, tirk û ereb azad nabin. Demokrasî di civakê de bi awayekî mayînde pêş nakeve. Ji ber ku siyaseta yekperest-nîjadperest; polîtîkaya navxweyî û derve, maf û azadiyên bingehîn, qanûn, sazî û çandê bi tirsa avakirina Kurdistanê dizayn dike; ev yek hewldanên deokratîkbûyinê jî jehrî dike.

Banga me ji bo siyaseta Kurd ew e ku; her çiqas di navbera dewletên kolonyalist nakokî û pevçûn hebin jî, me gelek caran  dîtiye ku di cih de li ser pirsgirêka Kurd li hev kirine. Îro bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê re ku ji Eyn Îsa heta Kampa Mexmûrê dirêj dibe, Hikûmeta Sûriyê jî li ser xeta Heleb-Heseke ketiye nava liv û tevgerê. Iraq li dora Şengalê dîwar lê dike û leşkeran dicivîne û Îran jî bi fuzeyê gef li Hewlerê dixwe.

Di vê rewşa de ku ji çar aliyan ve hati dorpêçkirin; Dem hatiye ku siyaseta Kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku “Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne.”

Ango îro roj roja yekîtiya netewî ye. Ger em nikaribin Yekitiya Netewî ya mayınde ava bikin, qet nebe bi helwesteke hevpar hevkarî û çalakiyên xwe pêş bixin û bibin dostên hev.Ligel helwestên cuda yên siyasî yên hêzên netewî yên Kurd, roj roja, bi hev re, parastin û pêşxistina destkeftiyan e, bi taybetî jî parastina statuya her du parçeyan e. Roj ew roj e ku divê Partiyên Kurdî; polîtîkaya “Yê ku keştiya xwe xilas dike kaptan e” têk bibin.

KCD, PARTİYA AZADÎ, PDK-T, DDKD, PÎA, DBP, KKP, HDP, Platforma Jinên Kurd

Verified by MonsterInsights