Ana SayfaGIŞTÎDI DOZA TAHÎR ELÇIYÎ DE POLÎSÊN BERSÛC NEHATINE GIRTIN

DI DOZA TAHÎR ELÇIYÎ DE POLÎSÊN BERSÛC NEHATINE GIRTIN

Danişîna duyem a doza kuştina Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê îro li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kiriye. Turkan Elçiyê xwestiye û gotiye, “Bila biryar bê dayîn ku ez tevlî dozê bibim.”

Danişîna duyem a doza kuştina Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê îro li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kiriye.

Turkan Elçî,Hevjîna Tahîr Elçî, Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDPê Semra Guzel, Mahmût Togrûl, Dersim Dag, Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel, parlamenterên CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Alpay Antmen, parêzvanên mafê mirovan, ji Sefaretxaneya Hollandayê Sera Aleksandr Marshall û nûnerên gelek baroyan tevlî danişînê bûne. 

Dadgehê daxwaza tevlîbûna Turkan Elçiyê qebûl kiriye û di destpêka danişînê de mafê axavtinê daye wê. Li gorî hesabê medya civakî ê bi navê Doza Tahîr Elçîyî ku ji aliyê parêzeran ve hatiye amadekirin, Turkan Elçîyê weha gotiye:

“Her wekû tê zanîn sed û sî û du roj berê li vê salonê piştî çendîn salan dosyayek kuştinê hatibû vekirin û wê biba gavên yekem ya gerana li edaletê, em bi hêvî bûn. Ji pênc salî zêdetir dem derbas bûye jî em bi hêvî bûn.”

“Bi kuştinê re birînên ku xwîn jê tê erka darazê ye ku derman bike. Divê bila neyê ji bîrkirin erka dezgehên qanûnî ewe ku neheqiyên ku di sîstema giştî de pêktên çareser bike û aramî û aştiya civakî pêk bîne. Daraz mikelefe ji bo dermankirina birînên civakî bi edaletê.”

Her weha Elçiyê daxwaz kiriye û gotiye, “Bila biryar bê dayîn ku ez tevlî dozê bibim.”

Mehmet Elçî û Omer Elçî, birayên Tahîr Elçî jî gotinê em şîkayetçîne û daixwazin tevlî dozê bibin.

“Em dixwazin her kesî ji kuştinên ku faîlê wan nediyar in biparêzin”

Beydag Tiraş Onerî, parêzerê şîkayetkar sedema daxwazên tevlîbûna dozê weha aşkere kiriye:

“Şert û mafê tevlîbûna doza giştî di 237emîn xala CMKê de hatiye sazkirin. Em dixwazin tevlî dozê bin ji ber ku em di baweriyê de ne di doza kuştina hevpîşeyê me parêzer Tahîr Elçiyê cizîrî de “mafê me yê danişînê” heye. Bi vî awayî em dikarin bi şêwazekî aktif û sûdmend tevlî dozê bibin.”

“Em dixwazin her kesî ji kuştinên ku faîlê wan nediyar in biparêzin”

Dadgehê daxwaza malbata Elçiyî û Baroya Amedê qebûl kiriye

Piştî parêzeran û malbata Elçî Baroya Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, Baroya Dîlokê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Baroya Mêrdînê, Baroya Rihayê, Baroya Enqereyê, Baroya Şirnexê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî daxwaza tevlîbûna li dozê kirine.

Dadgehê daxwaza Baroya Amedê, Turkan Elçî, Omer Elçî û Mehmet Elçî qebûl kiriye û yên saziyên din qebûl nekiriye.

Bersûc nehatine girtin

Piştî gotinên tohmetbaran navber hatiye dayîn. Piştî navberê dozger nirxandinên xwe kiriye û gotiye, “Em daxwaza guhdarkirina şahidan dikin.”

Ji parêzeran Aynûr Tûncer Yazgan gotiye, “Têkildarî amadebûna şahid û tohmetbaran li danişînê wê daxwazên me hebe. Ji bo vê em daxwaza demê dikin.”

Cîhan Aydin, Serokê Baroya Amedê jî gotiye, “Lêpirsîn xirap hatiye birêvebirin. Divê tohmetbar bên girtin. Heta niha jî du tohmetbar li ser karê xwe ne. Guman heye ku evana delîlan ji nav bibe. Em daxwaza girtina tohmetbaran dikin.”

Dadgehê biryara îfadegirtina şîkayetkaran, guhdarkirina şahidên nehênî û şahîdan li danişînê daye û daxwaza girtina bersûcan qebûl nekiriye û derketina derveyî ji welat li bersûcan qedexe kiriye.

Her weha dadgehê danişîn taloqî 14ê Tîrmeha 2021ê kiriye.

 Di îddîanameyê de çi heye?

Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.

Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.

Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta “bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê” ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi “kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî” tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.

Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. 

Çi bûbû?

28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin. (AS/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights