Di ew hilbijartina borî de „Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd“ ku Partiya Çep a Kesk li gel partiyên din yên Kurdan ava kirine, bi hevra encamek wek dihat hêvî dikirin negirtin bin jî dîsa ji nebûnê baştir e!..
Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê bang li her kesî kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dora Partiya Çep a Kesk hev bicivin û wiha got: “Tu guman nînin ku dema me hêza xwe kir yek, dê bi ser kevin. Yekitiya kurdan, azadiya kurdan e. Werin em ji bo serkeftinê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”