Ana SayfaNIVÎSKARÊNTifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û Tirkan bi hevra pêk anî...

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û Tirkan bi hevra pêk anî qet ji Tûnebûnê baştir e! Ji bo “Hemî gel Birayên hevin!” 

Abuzer Balî Han  

Di ew hilbijartina borî de „Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd“ ku Partiya Çep a Kesk li gel partiyên din yên Kurdan ava kirine, bi hevra encamek wek dihat hêvî dikirin negirtin bin jî dîsa ji nebûnê baştir e!.. Bê guman ew hêzên ku di nav xwe de ew hevkariya pêkanî de ji bo çi wekû hêvî dikirin serneketin, ewe di nav xwe de bi gotûbêjan serast bikin!.. 

Dema hilbijartinê mirov lê hûrlênêrînekê bike, dîsa di nav partiyên ji bo parlamentoya nû hatî hilbijartin de „Partiya Çep a Kesk“ yê di parlamentoya nû de muhalefetek baş bike û yê ciyê HDP’a hatî qedexe kirî jî bigire. Ji destpêka xwe „Partiya Çep ya Kesk“ ku pêkhatina „Tifaqa Ked û Azadiyê“ bi partiyên rêzanî (siyasî) yên Kurdistanê re „Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd“ ava kirî bû. Ez bawer dikim ku „Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd“ wek dihat difikirî ew negîhîştî  bûn armanca xwe! Ji ber ku gelek hêz û partiyên Kurdan dervayî vê tîfaqê mayî bûn! Her çiqas ew hêz û partiyên Kurdan jî di hilbijartinê de wek hêvî dikirin serneketin! Lê rojên li pêş pêwiste ku ji bo yeketiyek demoqratîk ya ji Kurd û Tirkan pêk bê hewil bêyê kirin. Gelo ji vê bêtir ma rêyek dîn mayî hebe!?. 

Belku hîn rê hebe ku Kurd û Tirk ji hevûdû cûda jî xwe hêz û rêz bikin! Lê di mercên îro de ya baştirîn ew e, ku Kurd û Tirkên çep û demoqrad bi hevra kar bikin û serkevin! Ew hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo gelê Tirk rêyek baştir e! Di rêyên dîn de xwîn rijîn, mirin û mayîn yê li pey hevûdû bimêşin!.. 

Ez hêvîdarim ku di civîna nû bibe da Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Pariya Azadî Ayetûllah Aşitî, ji Komeleya Şoreşger Demokrat ya Kurd Abdulhey Okumuş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel di civînên pêk bên de bi hest û ramanên xwe yên welatperwerî yê xwestekên gelên xwe pêk bînin!..  

Ew hilbijartina dawî pir tişt dane xûya kirin ku karûbarên hêzên welatparêz ewqas jî ne hêsan e! Ew hêz û partiyên tevî hevkarî û yekîtiyan nabin, ma ewê li derva hesabên hîn çi bikin? Partî û hêzên Kurd û Tirkan yên ku tevî ew civînan nabin, bila ewna jî carek dîn bifikirin! Gelo ma rêyek dîn ji yekîtiyê pêva mayê?!.  

18 ê Gulanê 2023 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights