Ana SayfaKURDISTANTifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li...

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek 

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê bang li her kesî kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dora Partiya Çep a Kesk hev bicivin û wiha got: “Tu guman nînin ku dema me hêza xwe kir yek, dê bi ser kevin. Yekitiya kurdan, azadiya kurdan e. Werin em ji bo serkeftinê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”  

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku Partiya Çep a Kesk bi partiyên siyasî yên kurd ên li Kurdistanê re ava kiriye, deklarasyona xwe ya têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir. Deklarasyon li Eywana Dawetan a Ayaz Elegence ya li Peyas Amadê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, ji Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sîna Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tev li daxuyaniyê bûn.  

Kurdiya deklarasyonê ji hêla Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel û ya tirkî jî hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ve hate xwendin.  

Deklarasyona Hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd wiha ye:  

Me partî û tevgerên siyasî ku ‘Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd’ ava kirin, bi armanca ku di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan da îradeya gelê xwe bi xurtî derbixin holê û li ser vê mijarê îradeya xwe ya hevpar a têkoşînê nîşan bidin, ragihandina daxuyaniya li jêrê bo raya giştî wek wezîfeyeke dîrokî qebûl dikin. 

ÊŞA ERDHEJÊ 

Em di nava êş û derdê mezin ê erdheja Bazarcix-Elbistanê da diçin hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan. Di erdheja ku navenda wê Mereş bû de li gor jimarên fermî, ji 50 hezarî zêdetir însanên me mirin, bi sedhezaran însan birîndar bûn. Hejmara rastîn a mirî û birîndaran ji van jimaran pir zêdetir e. Em ji miriyên erdheja ku ji Amedê heta Cindirêsê li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê pêk hat re dilovaniya Xweda, ji birîndaran ra şîfaya xêrê dixwazin. Ji malbat û gelên me re dibêjin serê we sax be. Xwedê derdekî wiha mezin nîşan nede. 

Dewlet, hikûmet û saziyên wê, di rojên pêşîn ên erdhejê da nehatin hewara gelê me, dema hatin jî bê tevdîr bûn. Zincîra xemsariya dewletê di erdhejê da ziyanên canî û malî zêde kir û veguherî qetlîamekê. 

Ji aliyê din ve em spasiya gelê xwe û saziyên pêwendîdar ên sivîl û siyasî dikin ku di dema karesata erdhejê da seferberiyeke mezin a hevgirtinê nîşan dane. Bi heman awayî em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dewlet û saziyên sivîl ên ku di demeke dijwar da hatin ku alîkariya gelê me bikin, ji bo piştevanî û hevxemiya wan û em daxwaz ji wan dikin ku li ser vê piştevaniyê berdewam bin. 

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ 

Di şert û mercên êş û şînên mezin da Tirkiye ber bi hilbijartineke krîtîk ve diçe. Gelê kurd û Kurdistanê li ser bendeke dîrokî ya tijî derfet û metirsiyên mezin e. Polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û şîdetê ya sedsalî ya li dijî gelê kurd di van salên dawî da zêde bûye û gihiştiye asta êrişeke topyekûn. 

Siyaseta dij-kurd a ku li Tirkiye û li seranserê Rojhilata Navîn tê meşandin, ne tenê ji holê rakirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd, di heman demê da bûye sedema otorîterîzekirina sîstema siyasî ya Tirkiyeyê, ji holê rakirina destkeftiyên demokratîk û aborî, bûye sedema hilweşîneke piralî ya aborî, siyasî û civakî. 

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 

Tirkiye, di nava şert û mercên krîza piralî ya ku ji ber siyaseta dij-kurd pêk tê, diçe hilbijartinên parlamento û serokkomariyê. Hilbijartinên 14’ê Gulana 2023yan hem ji bo ji nû ve avakirina demokrasiya Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd firsendeke dîrokî ye. Li aliyê din tifaqên heyî yên li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareseriyeke mayînde pêşniyaz nakin. Tifaqa Cumhur û ya Miletê, ji ber ku di sedsaliya salvegera Lozanê da li ser esasê ‘Konsepta Ewlekariya Neteweyî’ ya dewletê stratejiyek destnîşan kirine, ji ber tirsa kurdan li ser esasê polîtîkayên parastina statûkoya heyî, ne li ser veguhertina dewletê û demokratîkbûnê, stratejiyek diyar kirine. 

TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD 

Tifaqa Cumhur stratejiya xwe ya sereke li ser tunekirina destkeftiyên gelê me yên li hundir û derve ava kiriye. Li aliyekê bi awayekî vekirî hêrişê dînamîkên demokratîk ên netewetî yên kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin, li aliyê din jî polîtîkayeke ku bi gotinên nefretê yên di navbera gel û baweriyan da polarîzasyona kûrtir dike dişopînin. Ji aliyê din ve Tifaqa Milet jî ji bo serkeftina hilbijartinan piştgiriya gelê kurd dixwaze, lê ji bo pêkanîna daxwazên rewa yên gelê kurd çareseriyeke şênber pêşniyaz nake. 

Tecrûbeyên bi sed salan nîşan didin ku Tirkiye, bêyî çareseriya pirsgirêka kurd, nikare di rêya demokrasiyê da bi pêş bikeve. Eşkere ye ku şertê pêşî yê demokratîkbûna Enqereyê azadkirina Amedê ye. 

TIFAQA JI BO MAFÊN GELÊ KURD 

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku xwezaya piralî ya civaka Kurdistanê nîşan dide, di hilbijartinên ku dê di 14’ê Gulanê da bên lidarxistin de ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê kurd û avakirina demokrasiyeke bi pîvanên gerdûnî, xwedî bernameyeke zelal û helwesteke diyar e. Tifaqa me, naskirina mafên netewî yên demokratîk ên gelê kurd ku ji netewebûnê derdikeve, weke daxwazeke rewa û mirovî li gorî hiqûqa gerdûnî bi nav dike. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi aktorên siyasî yên kurd re li ser esasê wekheviyê, wê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, asta pêşketina aborî û refaha civakî zêde bike. 

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd; 

* Qebûlkirina zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê ji bexçê zarokan heta zanîngehê û li kêleka tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn; 

* Afirandina hawîrdoreke demokratîk ku kurd bi azadî xwe bi rêxistin bikin û di bin navê kurd û Kurdistanê de xwe îfade bikin; 

* Naskirina statûyeke ku gelê kurd li Kurdistanê xwe bi rêve bibe; 

* Vegerandina navên kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku navên wan li Kurdistanê hatine guhertin; 

* Ragihandina cihê gorên kesayetiyên kurd ên dîrokî ku gorên wan hatine hilweşandin an jî veşartin; 

* Ji bo çêkirina makezagoneke demokratîk, piralî û nenavendî ku jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê kurd bi mafên din re misoger bike; biryar daye ku tekoşîna hevpar bimeşîne. 

Struktura siyasî ya hişk, monîst, unîter a heyî her cure geşedanên civakî, aborî û çandî difetisîne. Sîstema siyasî ya demokratîk û piralî ku rê li ber destpêşxeriyên herêmî yên nenavendî vedike, hem daxwaza kurdan e hem jî sûdmendiyek ji bo gelê tirk e. 

EM RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ SILAV DIKIN 

Tifaqa me dê têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina afirîneriya aborî bidomîne, ji bo rakirina îhtirazên ku Tirkiyeyê der barê peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, bi taybetî jî şîroveya Rêveberiyên Herêmî yên YE’yê ji holê rabike dê xebatên xwe bidomîne. 

Tifaqa me di şexsê Jina Emînî da têkoşîna jinên Kurdistanê û ruhê berxwedanê yê di dirûşmên ‘Jin, Jiyan û Azadî’ yên ku dane cîhanê da silav dike. 

Tifaqa me; 

Ji bo dawîanîna li her cure pêkanînên cudakar ên hiqûqî, îdarî û çandî yên li ser jinan tên pêşxistin, têdikoşe. Ew, pergaleke civakî ya ku jin di hemû qadên jiyana civakî de bi awayekî wekhev û azad xwe îfade bikin û xwe bi rêxistin bikin, diparêze. 

Ji bo zarok, extiyar û astengdaran şert û mercên jiyanê yên ewle peyda bike hewl dide. 

Li hemberî talankirina xwezayê ji bo pêkanîna polîtîkaya ekolojîk a domdar helwesta xwe ya bi biryar didomîne. 

Tifaqa me, zîhniyeta dewletê ya înkarê li hember gelên kurd, ermen, asûr-suryan, ereb, azerî, tirkmen… ku li Kurdistanê dijîn û feraseta zordest a ku li dijî komên olî û baweriyên wekî elewî-sunnî, xiristiyan, cihû û êzidî dimeşîne red dike. Di civaka Kurdistanê da cudahiyên etnîkî, olî, çandî û piralîbûnê weke dewlemendiyek qebûl dike. 

EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU DAWÎ LI TECRÎDA SER BIRÊZ OCALAN BÎNIN 

Tifaqa me daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş dike. Tifaqa me bang li hikûmetê dike ku dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên siyasî bîne. Têgihiştina ku dibe sedema aloziya civakî bi siyaseta tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo hemû girtiyan divê mafên siyasî, hiqûqî û mirovî yên ku bi qanûnê hatine garantîkirin bên bicihanîn. 

Di hilbijartinên 2023’yan da jî em ê têkoşîna azadiya girtiyên siyasî û başkirina şert û mercên girtîgehan ên ku veguherîne îşkencexaneyan û gelek caran bi mirinan tên rojevê, bidomînin. 

Em ê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî qeyûmên ku îradeya Kurdistanê desteser kirine bidomînin. 

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd; 

Li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li destkeftiyên neteweyî yên gelê me derdikeve. Li hemberî her cure êriş û hewldanên li dijî van destkeftiyan helwesteke hevpar nîşan dide. Ji bo pêkanîna têkiliyên bazirganî, mirovahî û çandî yên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de têdikoşe. 

Li ser esasê ku Tirkiye û Kurdistan di qada erdhejê da cih digirin, Tifaqa me avakirina avahî û bajarên li dijî erdhejê weke armanceke girîng destnîşan dike. 

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, ji bo daxwazên mafdar û rewa yên jorîn di dema xebatên hilbijartinê da bên civakîkirin û piştî hilbijartinê di asta qanûnî û destûrî da bên qebûlkirin, wê têkoşîna hevpar bidomîne. 

WERIN EM JI BO SERKEFTINÊ DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEP A KESK 

Tifaqa me; bang li gelê me dike ku li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek, ji bo ku daxwazên li jor bi rêkûpêkiyên qanûnî û destûrî bi cih werin anîn û ji bo serkeftina mezin a ku hêviya gelên me tê da wê zindî bibe di 14’ê Gulanê da dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. 

Serkeftina me ya di hilbijartinê da jî dê bibe bingeheke girîng ji bo xebatên tifaqa neteweyî ya demdirêj a gelê kurd. 

Dema em hêza xwe bikin yek bê şik em ê bi ser bikevin. 

Bidestxistina azadiyê girêdayî me ye. 

Em ê bi hev re têbikoşin, em ê bi hev re bi ser bikevin. 

Yekitiya kurdan azadiya kurdan e. 

Partî û saziyên ku di Tifaqê de cih digirin û deklarasyonê îmze kirine wiha ne: 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  

Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) 

Partiya Însan û Azadî (PÎA) 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) 

Partiya Azadî  

Partiya Çep a Kesk” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights