Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de 15-16ê Adarê li Moskowa paytexta Rûsyayê tê kirin. Medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de wê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di daxuyaniya xwe de gotiye, “Divê hêzên hikûmeta Sûriyeyê dorpêça bêwicdan a li herêmên bakurê Helebê yên kurd bêhtir lê dijîn divê rake ku ev dorpêç bidestxistina sotemenî û kelûpelên esasî yên jiyanê asteng dike.”