Ana SayfaCÎHAN“Divê hikûmeta Sûriyeyê dorpêça li ser herêmên kurd lê dijîn rake”

“Divê hikûmeta Sûriyeyê dorpêça li ser herêmên kurd lê dijîn rake”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di daxuyaniya xwe de gotiye, “Divê hêzên hikûmeta Sûriyeyê dorpêça bêwicdan a li herêmên bakurê Helebê yên kurd bêhtir lê dijîn divê rake ku ev dorpêç bidestxistina sotemenî û kelûpelên esasî yên jiyanê asteng dike.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî derbarê dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyeyê ya li Helebê, li ser herêmên bêhtir kurd lê dijîn de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku bila ew dorpêç bidawî bibe.

Rêxistine duh (25ê Kanûna Paşiyê) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye: “Divê hêzên hikûmeta Sûriyeyê dorpêça bêwicdan a li herêmên bakurê Helebê yên kurd bêhtir lê dijîn divê rake ku ev dorpêç bidestxistina sotemenî û kelûpelên esasî yên jiyanê asteng dike.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî derbarê rewşa herêmê de ev zanyarî belav kirine:

“Sivîl ji alîkariya mirovî bêpar in”

“Ji Tebaxa 2022yê heta niha ango ji roja hikûmetê ew der dorpêç kiriye heta niha, kesên di nava welêt de ji cih û warên xwe hatine kirin jî din av de, bi deh hezaran sivîl, bi rengekî cidî ji sotemenî û alîkariya mirovî bêpar in.

“Tê gotin ku kelûpelên tenduristiyê hindik mane biqedin û ji bo ji serma zêde xwe biparêzin, mirov kelûpelên xwe û plastîkan dişewitînin.

“50 gund jî di nav de herêmên li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê yên li bakurê Helebê dikevin di bin kontrola konseyên sivîl ên kurd de ne ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re têkildar in

“Ketina sotemenî, ard û alîkariya mirovî ya van herêman di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ye.

“Niştecihên herêmê dibêjin ku piştî têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ber bi asayîbûnê ve çûn, dorpêç di meha Tebaxê de destpê kir. Hikûmetên Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi temamî li dijî rêveberiya konseya sivîl a kurdan in.” (SD/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights