SOHRê di daxuyaniyekê de gotiye, li Efrînê dest datînin li ser mal û milkên kurdan û bi piştgiriya “saziyên alîkariya mirovî” yên filistînî, kûweytî û qeterî avahiyan çêdikin û endamên rêxistinên dagirker ên Tirkiye piştgiriya wan dike, li wir bicih dikin.
Li bajarê Reqayê di dema operasyona Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de çekdarekî DAIŞê bombeyeke destî bi xwe de teqand û xwe kuşt. Di bûyerê de 3 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser jî birîndar bûne.