Ana SayfaSIYASETSOHR: "Bi destûra Enqereyê û bi pereyên Filistinê dagirkerên biçek li Efrînê...

SOHR: “Bi destûra Enqereyê û bi pereyên Filistinê dagirkerên biçek li Efrînê bicih dikin”

Saziya Çavdêriya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku bi piştgiriya darayî ya “saziyên alîkariya mirovî” yên filistînî, kûweytî û qeterî avahiyan çêdikin û dixwazin rewşa demografîk li vir biguherînin.

Li gorî daxuyaniya SOHRê dest datînin li ser mal û milk û erdên kurdên xwecihê Efrînê ne û li şûna wan van avahiyan çêdikin. Endamên komên biçek û malbaten wan ên ji derve tînin herêmê, bi taybet jî yên ji Idlib û Helebê tînin li vir bicih dikin ku Tirkiye piştgiriya van koman dike. SOHRê diyar kiriye ku saziyên mafparêz di bin navê “alîkariya mirovî” de van karan dikin.

SOHRê di daxuyaniyê de gotiye ku herî dawî koma bi navê “Idlib El-Wetan” li Cindiresê bi alîkariya darayî ya saziyeke mirovî ya filistînî, bi navê “Ajenedîna Filistin” komplekseke avahiyan çêkiriye. Di vê sîteyê de milîtanên biçek û malbatên wan ên ji Heleb û Idlibê bicih kirine û li vir 180 xanî, mizgeftek û parkek heye. (AEK/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights