Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de 15-16ê Adarê li Moskowa paytexta Rûsyayê tê kirin. Medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de wê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.
Almanya îro Çarşemê qonaxa yekê ya plana awarte ya bo rêvebirina peydakirina gazê aktîf kir; wek amadekarîya astengkirin yan rawestandina peydakirina gaza xwezayî ji Rûsya.