Pûtînî gotiye ku wan li bajarê Donbasê dest bi “operasyona leşkerî ya taybet” kiriye. Piştî vê daxuyaniyê li paytext Kîev û çendîn bajarên din ên Ûkraynayê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Xelkê navçeyên başûr û rojhilatê Ukraynayê, li nêzîkî sînorê Rûsyayê ditirsin ku careke din şer derbasî navçeyên wan bibe, ew jî di demekê de ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi fermî serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê nas kir û Rûsyayê hejmareke zêde ya leşkerên xwe li ser sînorê xwe yê li gel Ukraynayê kom kiriye.