Ana SayfaCÎHANNiştecihên Donbasê ji rewşê nîgeran in

Niştecihên Donbasê ji rewşê nîgeran in

Xelkê navçeyên başûr û rojhilatê Ukraynayê, li nêzîkî sînorê Rûsyayê ditirsin ku careke din şer derbasî navçeyên wan bibe, ew jî di demekê de ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi fermî serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê nas kir û Rûsyayê hejmareke zêde ya leşkerên xwe li ser sînorê xwe yê li gel Ukraynayê kom kiriye.

Pavlo Yurchuk efserê artêşa Ukraynayê ye li wî beşê Herêma Donbasê ku di bin kontrola Kievê de ye, ji wê demê ve ku Rûsyayê îtiraf bi serxwebûna herdû navçeyên Donetsk û Luhanskê kiriye, xew bi çavê wî neketiye, tirsa wî û hevçeperên wî ji êrîşa Rûsyayê heye.

Efserê  Artêşa Ukrayna Pavlo Yurchuk dibêje: “Bi nerîna min, hejmara serbazên Rûsyayê li herdû navçeyên Luhansk û Donetskê zêdetir dibe û bi baweriya min ew her çi bi navçeya îdarî ya Donbasê ve girêdayî ye dagîr dikin.”

Piştî pêngava bilez a Moskowê, beşeke kêm a Ukrayniyên navçeya Donetskê ji tirsa egera êrîşa artêşa Rûsyayê, hino hino navçeyê bicîh dihêlin. Piraniya wan jî ku şiyana wan a darayî kêm e, neçar in bimînin.

Nişteciha Herêma Donbasê ya di bin kontrola Artêşa Ukraynayê de Stepanivna jî got: “Kî girîngiyê bi me dide? Li ku bijîn? Ez zarokên xwe li vê derê ji dayîk bûn, em biçin ku derê? Ez ji tiştekî natirsim, herwiha eger bêm kuştin jî.”

Niştecihê Luhanskê li beşa di bin kontrola Artêşa Ukraynayê de Hennadi jî dibêje: “Îro, zêdetirîn topbaran hatiye kirin, ev çi arambûneke? Herdû alî topbaran dikin. Ev ji vê derê topbaran dikin û ew jî ji wê ve topbaran dikin û em jî di navê de şewitî ne.”

Alozbûna rewşa emnî, hevdem e ligel nebûna xizmetguzariyên serekî, çendîn sal e torên avê têkşikestine û xelk bi galonan avê dibin malê. Rojane kêmî du demjimêran elektrîka niştimanî heye û xelk bişta xwe bi enerjiya rojê girêdidin.

Niştecihê Luhanskê Kostiantyn Vladimirov jî got: “Gule topek ket ser banî vî xanî, em çûn jêrzemînê, hinek ji me nêzîka sê rojan di jêrzemînê de man, wiha nîne li derve jî jiyan baş be, jiyan karesat e.”

Bo beşeke zêde ya niştecihên navçeyê, jiyana jêrzemînan ji jiyana derve baştir e. Li benda pêngavên siberojê yên Putin in, zevî û esmanê Donbasê di navbera agirê Rûsya û Ukraynayê de dimîne.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights