Ana SayfaCÎHANArtêşa Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kiriye: Li gelek bajaran teqîn pêk hatine

Artêşa Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kiriye: Li gelek bajaran teqîn pêk hatine

Artêşa Rûsyayê dest bi êrîşa li ser Ûkraynayê kiriye. Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putini gotiye ku wan li dijî bajarê Donbasê, yê li rojhilatê Ûkraynayê ye, dest bi “operasyoneke leşkerî ya taybet” kiriye. 

Putini diyar kiriye ku rêveberiyên Donetsk û Luganskê ji Rûsyayê alîkariya leşkerî xwestiye. Donetsk û Lugansk du herêm in ku dixwestin serxwebûna xwe ragihînin. Vladimir Putinî di çend rojên derbasbûyî de biryar dabû ku serxwebûna van herdu herêman nas bike.

Putinî di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: 

“Min biryar da ku operasyonelek leşkerî ya taybet pêk bînin. Armanca operasyonê ew e ku em mirovên heşt sal in rêveberiya Kievê wan îstîsmar dike, wan qir dike biparêzin. Ji bo kesên gelek sûcên îşkenceya xwînxwar li dijî welatiyên Federasyona Rûsyayê jî di nav de li dijî sivîlan kirine radestî edaletê bikin û Ûkraynayê ji Nazîzm û milîtarîzmê paqij bikin, em ê hewl bidin.”

Putinî gotiye ku plana wan a dagirkirina Ukraynayê nîne û ew ê bi darê zorê ti tiştekî li ti kesî ferz nekin.

  • NOT: Li Donetsk û Luganskê ji sala 2014ê û heta niha rewşa awarte dewam dikir. Rûsyayê çend roj berê serxwebûna van herêman qebûl kiribû. Parlamentoyê destûr dabû ku artêş li derveyî welêt wezîfeyê bike û hatibû gotin ku leşker û cebilxane şandine herêmê. Rêveberiyên heru herêman duh alîkarî ji Rûsyayê xwestibû. 

Piştî êrîş destpêkirin Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek daye û gotiye ku wan baregehên leşkerî yên bejayî û sîstemên parastina asmanî yên Ûkraynayê bi çekên gelek hesas bêbandor kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, piştî êrîş destpê kirine paytext Kîev jî tê de li gelek deveran dengê teqînan hatiye bihîstin. Li bajarê Kramatorskê yê li herêma Donbasê ye jî dengê balafirên cengê hatine bihîstin. 

Ji bilî Kievê li Xarkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv, Odesayê jî teqîn bûne. 

Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin

Serokdewletê Ûkraynayê Zelenskiyî piştî destpêkirina êrîşan daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “Ger êrîşî canê me, azadiya me, zarokên me bikin, em ê xwe biparêzin, em ê êrîş nekin, em ê xwe biparêzin.”

Li Ûkraynayê rewşa awarte hatibû ragihandin. 

Nûnera Daîmî ya DYAyê li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas Greenfieldê bang li Rûsyayê kiriye ku vegerin ser sînorên xwe. (TP/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights