Ana SayfaGIŞTÎSALA 2021: XETERE Û FERSEND

SALA 2021: XETERE Û FERSEND

Di sala 2021ê de, siyaseta demokratîk û netewî ya Kurd, bi kîjan xetere û fersendan re rû bi rû ye? An jî ew dê di tekoşîna parastin û berfirehkirina sengerên xwe yên heyî de çi bike? Ew dê kîjan polîtîkayên stratejîk û taktîkî bişopîne?

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di vê babetê de nirxandina rewşa Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî (RXBRS) girîng e. Ji bo sala 2021an, wan “Hûrbîniya Xetere û Fersendan” teqez divê pêkanîbin. An na bi polîtîkayên rojane û bêstratejî, ew dê di erdnîgariya Kurdistanê de ku gelek aktorên herêmî û gerdûnî tê de hespan dibezînin, nikaribin riya xwe bibînin û dê di nav wan de bipelçiqin. Di destpêka sala 2021ê de, tê dîtin ku polîtîkayên Kurdistanê yên rejîmên mêtingehkar û rewşparêz, wekî xalên sereke li qadê tên dîtin. Ango, di serî de ji bo RXBRS û RHKê, herwiha bo hemî gelê Kurd û destkeftiyên wê, nîşanên pêşbînî yên xetereyên mezin hene. Heke ji wan sûd werin girtin, helbet her xetere dê bi xwe re fersendan jî bînin. Lewma em di serî de li siyasetmedarên Kurdistanê, bang li kesên jeopolîtîk û jeostratejîst dikin: Werin li ser nexşeya analîtîk a fersend û xetereyan hûr bibin. Lewra îsal saleka wisa ye ku mîna li ser devê şûrê tûj be, pir krîtîk e! Werin em ewil kurteya xetereyan bînin ziman:

Ger jeopolîtîzm neyê bikar anîn…

Jeopolîtîk, bi wateya xwe ya gelemperî qadeka zanistê ye ku têkiliyên navbeyna taybetiyên erdnîgarî û siyasetên dewletan pênase dike. Mirov dikare bêje ku jeopolîtîk di qadeke mezin an biçûk de, ji alî erdnîgariyê ve beralîkirina siyasetê ye an jî sepandina siyaseta hikûmatan ya di bin karîgeriya doneyên erdnîgariyê de ye.

Mafir ku erdnîgarî kêm an zêde ji aliyekî ve bi mîsogerî dîrokê terîf dike, di rojevê de ye ku karîgeriyek kûr a erdnîgariyê dê him îroj him di dahatuyê de li ser Kurdan hebe. Lewra Kurdistan bi binyada jeopolîtîka xwe, ango bi arîşeyên zehmet ên ji siyaseta erdnîgariya xwe afirandî, doneyên rûbirûbûnê yên ji alî nêrînên cihê ve zêde dibin. Trajediya dîrokî ya ku ji alî erdnîgariya Kurdistanê ya ji rewşa çarparçeyî hatiye afirandin, dîsa xetereya herî girîng e, lê belê vê carê ev yek di ser siyaseta Kurdan de ye û mêtingehkar jî di nav de, dibe ku ew encamên herêmî bi xwe re bîne. Çimkî, siyaseta Kurdan him bi gelemperî rêkxistinkirî ye him jî di çarçoveya du parçeyan de ew di rewşa dewletên nîv-serbixwe de ye. Di serî de rêveberiyên RHK û RXBRSê, herwiha hemî siyaseta Kurdan; çi bi hêmanên guhertok  (aborî, civakî, polîtîk, leşkerî û nirxên çandî) û çi jî bi yên neguhertok (binyatsaziya cografîk û ya jêderkan) ve Kurdistan heke jeopolîtîkaya xwe ya bihêz bo berjewendiyên xwe pêk neyne, ev yek dê li dij werin bikaranîn. Bi vî awayî jeopolîtîkaya bihêz a Kurdistanê, encamên jeopolîtîkayek lawaz dê biafirîne. Xetereya ewil ev e.

Di Sedsala 21. de Av û Çandinî

Çandiniya gerdûnî, ji sedemî taybetiyên xwe yên ku pêdiviyên neçarî bo mirovan û ajalan diafirîne, di sedsala 21em de ji nuh ve ketiye rewşa sektora stratejîk. Û dê her wisa bimîne jî. Zanîn, teknolojî, sêwirandin, teknolojiya înformatîk di jiyana mirovan û civakê de girîng in, lê mixabin ev nayên xwarin û vexwarin! Mirov û civak, bêyî tirimbêlan, telefûnên destan an amûrên cengê jî dikarin bijîn, lê bêyî xurekê nikarin. Ji ber vê yekê di serî de genim, herwiha girîngiya hemî hububat û çavkaniyên ava şêrîn li her aliyên Dinê dertê pêş. Sedsala 21. qirnê çandiniyê û çavkaniyên ava şêrîn e! Di encama zêdebûna hişkesayiya gerdûnî û guherîna îqliman de, heta salên 2030î koçkirina 700 milyon mirovan di rojevê de ye.

Girîngiya çavkaniyên ava şêrîn û çandiniya li kortala Dîcle-Feratê li herêmê roj bi roj zêde dibe.Kurdistanji aliyekî de seba tirsa “cudayetiyê” ya rejîmên mêtingehkar, li aliyê din ji ber çavkaniyên av û çandiniyên Mezopotamyaya Bakur, ew ji çar aliyan ve di bin gefa şer de ye! Tirkiye seba ku polîtîkayên bi çavkaniyên ava Dîcle-Feratê ve girêdayî dişopand, jixwe bi Îraqê û Sûrî re di nava rakêşanekê de bû. Îcar niha arîşeya mezin a bêaviya ku bi hişkesayiyê re li Stenbol, Enqere û Deşta Konyayê derket holê jî bi ser de tê. Projeya veguhestina ava Dîcle-Feratê bo rojavayê Tirkiyeyê ku ji mêj ve ye di “Dokûmana Siyasetê ya Ewlehiya Netewî” de parastî bû, di van rojan de dîsa pêşkêşî çapemeniyê dikin. Bi vî awayî sihêtiya rehjena gel dikin. Ha ji we re mînakek tîpîk ku çewa jeopolîtîkaya xurt a Kurdistanê li dijî siyaseta Kurdistanê tê bikaranîn, ango bibînin ew çewa ber bi lawazkirinê ve tê veguhestin. Herwiha, bibînin ku çavkaniyên av û çandiniya Kurdistanê li dijî gelê Kurd çewa mîna sebeba şer tê bikaranîn! Xetereya duem ev e!

Stratejiya Mêtingehkaran

Rejîmên mêtingehkar, ji bo ku di “konsepta neyarê stratejîk” de Bakur û Rojhilatê Kurdistanê nekeve nava denklemê, ew dixwazin RHK û RXBRSê ji hevkêşeyê derxînin.

“Armancên hevbeş” yên Îran û Tirkiyeyê ku qet nayên guhertin; bi paşxistina RHKê wekî statuyek federalîzma klasîk e, nehiştina aboriyek cihê ye û belavkirina artêşa pêşmergeyan e… Min berê jî gotibû ku “Dixwazin li Rojava jî planek bi vî rengî têxin meriyetê. Stratejiya wan eşkere ye; dixwazin Herêma Kurdistanê ber bi xweseriyek klasîk ve bibin, wê ji armancên serxwebûnê dûr bixînin. Dixwazin Rojavaya Xweser jî ber bi tuxubê ‘çareseriyeke’ bi mafê çandî sînordarkirî û bêstatû vekişînin û nehêlin hebûna federasyona pratîkî bikeve rewşa fermiyetê.” (Binêrin: “Rojeva Hevbeş a Beğda û Enqereyê: Ewlehî ango Kurdistan.” Rojnameya ‘Yeni Yaşam’)

Di armanca hevbeş a rejîmên mêtingehkar ku navê “Konsepta Dijminahiya Stratejîk” lê dikin de, di serî de RHK û RXBRSê, herwiha hemî Kurdistan heye.  Partiya A û B, an jî parçeyê X û Y tune ye! Kurdistan heye û Kurd hene! Li cem wan “ên herî xetere, herî bi rîsk, ên ku dê ewil werin têkbirin” hene!  Piştre dê dor were yên din!Bi kurt û Kurmancî, “Tifaqa Pîroz” a mêtingehkar û rewşparêz, Kurdan û destkeftiyên wan bi tevayî dike armanc. Lewra bi tirsa ” ger parçeyek bibe serbixwe dê yên din jî li pey werin” ew tevdigerin. Ji ber vê yekê, beriya ku Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bikevin nava denklema herêmî û gerdûnî, ew dixwazin RHK û RXBRSê ji hevkêşiyê derbixin.

Di bin kiryarên şênber ên “Tifaqa Pîroz” de, niha dengê “hawara” Rojavaya Xweser tê! Doh Rûsya, li ser navê rejîma Esat gav bi gav desthilatdariya xwe berfireh dikir û derd û kulê Tirkiyeyê jî bidestxistina herêmek din bû. Lê niha Rûsya li her qada Rojava bi cih bûye û bi Tirkîyeya ku bajar bi bajar şaxên “PTT”ya xwe vedike û bi rejîma Sûrî ya ku ji Kurdên wir re dibêje “mêvanên me yên Bakurî” re destrêjk çêkirine, ew bihevre nahêlin Rojava nefesê bistîne! Herêma Kurdistanê pengavek dûrî Rojavaya ku dibêje “hawar e!”ye. Ew jî di bin dorpêça artêşa Heşdî Şe’bî û Îrana ku li hemî deveran di nava siyaseta hundurîn de ye, Tirkiyeya ku gav bi gav dişiqite aliyê Başûr û Îraqa ku bi van her du dewletan (Tirkiyê û Îranê) re bi hemahengîyê de ye!… Di sala 2021ê de, xetereya sêem a herî girîng ku siyaseta Kurd dê rû bi rû bimîne ev e. Lewra RHK bikeve dê RXBRSê jî bikeve, ango dijraberî vê yekê jî pêkan e.

Mêtingehkariya Tirk

Di Dinyayê de mînakek wekî mêtingehkariya Tirk tune ye. “Cenga Rizgariya Netewî” ya li dijî mêtingeha xwe, tenê taybetmendiya polîtîkaya Tirk e ku li ser Kurdistanê dimeşîne. Ev polîtîka, li hundir û derve li ser bingeha tunekirina Kurdan û mafên wan e ku ji bo pêkanîna ewlehiya xwe jî lêgerînek e. Ev yek di sala 2021ê de bi berfirehî dê were meşandin û herwiha ew li gora salên derbasbûyî xetereyên mezintir dihundurîne. Tirkiye bi vê siyasetê ji aliyekî ve dibêje “yekparebûna axa Sûrî” û li bajar û navçeyên RXBRSê vekirina şaxên “PTTê”, bankayan û dibistanan didomîne, ji aliyê din ve jî di axa RHK de ber bi Başûr ve diçe.

Mebesta çûyîna lijneya Tirk ku di bin serokayetiya wezîrê Parastinê Akar de pêk hat, qaşo “ewlehî” bû. Lê bi rastî çûyîna wan a Hewlêr û Bexdayê ne serlêdaneke bi gelemperî bû, hate têgihîştin ku li ser navê “ewlehiyê” di navenda vê siyasetê de Kurd hebûn. Wisa tê dîtin ku armancên wan; tevgera leşkerî ya bi koordîne ya li dijî PKKê, digel vê kûrkirina hin nakokiyên navbeyna siyaseta Kurd û bi şênberî em bêjin derxistina şerekî di navbeyna PKKê û PDKê de ye.

Şêwazên Siyaseta Îranê

Îran, digel ku ew di nava çendîn arîşeyên herêmî û gerdûnî de ye jî, kêşeya Kurd kiriye armanca xwe ya yekem. Embargoya aborî û çekan, pirsgrêkên bi welatên Kendavê re, îqlima “ceng li ber derî ye” ya bi Îsraîl û DYE re û hwd, di nava van hemî arîşeyan de di sala 2021ê de kêşeya Kurd û nemaze rewşa RHK û RXBRSê armanca wê ya sereke ye. Ji sedemî vê yekê, gava RHKê veguhestina Peşmerge wekîtekane artêşa netewî radigihîne, Îran li dijî vê yekê pengavekê davêje. Cahşên Îranê ku xwe wekî “grubeke aktîvîst” didin nasîn, bilez dibêjin “em dixwazin ji Herêma Kurdistanê veqetin,” an dibêjin “em dê makezagona Silêymaniyeyê binivîsin û artêşa netewî li wir pêk bînin.”  Kengê? Roja ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl got “em dê hewlên pêkanîna sîwana hêzên Pêşmerge bidomînin û hêzê bikin artêşeka modern û yekgirtî ya netewî.” Çimkî hişê stratejîk ê Îranê; têkçûna hewla Kurdan a bo statuyek serbixwe û federal e, heke na RHK statuya xwe ya heyî bidomîne jî, Îran dixwaze li Hewlêr û Silêmaniyeyê rêveberiyeka dualî hebe, du artêşên pêşmergeyan û du daîreyên îstîxbaratê hebin.

Derheqa Kurdistanê de eqlê stratejîk ê Îranê, heta niha her dem xetereyek mezin bûye. Di sala 2021ê de ev rîsk dê bêtir mezin bibe.

Metirsiya Brakujîyê

Mêtingehkar, “derfetên” trajediya dîrokî ya ku li dijî siyaseta Kurd bi çarparçebûna Kurdistanê re hatiye afirandin bikartînin û stratejiya mezinkirina nakokiyên biçûk ên di nava partiyên Kurdan de dimeşînin. Ew, mîna parçebûna Kurdistanê herwiha parçebûna siyaseta Kurdî û mehrûmbûna wan a ji yekitiya netewî jî, bo armancên xwe mîna rewşeke bikêrhatî dibînin û vê yêkê bi hemî amûrên gengaz teşwîq dikin! Li vir a girîng ew e ku, polîtîkayên taktîkî yên partiyên Kurdistanî ku dibêjin “dijminê neyarê min dostê min e” bûye stratejiya polîtîk an na? Ger ev yek bûbe stratejî, gelo kîjan partî bi kîjan rejîma mêtingehkar re ketiye nava têkiliyek stratejîk? Divê em li vê yekê binihêrin. Lê, ev jî heye: Di denklemên siyasî de li gel rejîmên mêtingehkar û rêkxistinên Kurdan, DYE, Rûsya, Fransa, Elmanya, Brîtanya jî hene û hesabên wan ên nakok û pesendkirî jî li holê ne. Di sala 2021ê de, xetereya herî girîng a ku divê teqez were jêbirin metirsiya brakujiyê ye.

Joe Biden û Yekîtiya Ewropa (YE)

Eşkere ye ku hikûmata Biden dê mijarên polîtîkaya hundurîn yên mîna Covît-19, betalî û daxistina rakêşana navxweyî û hwd. li pêş siyaseta derve bigre dest. Lê belê di siyaseta derve de di rêza ewil de yekitiya transatlantîk (DYE-YE) heye û bi vê yekê armanc dê astengkirina Çîn û Rûsyayê be. Di rêzê de Rojhilata Navîn, ango Îran, Tirkiye, Îsraîl, Misir, Mîrekiyên Ereban ên Yekgirtî, Erebistana Siûdî hene. Di vê tabloyê de Kurd û Kurdistan gelo di rêza çendan de ye? Van rojan di siyaseta Kurdî de bi piranî mijara “gelo Biden sozên çewa dide Kurdan?” tê axifîn! Bi rastî divê mijara ew dê çi sozî bide Tirkiyeyê were axaftin! Lewra di stratejiya DYE de Tirkiye û Kurdistan bi hev re cih digrin, lê belê nirxên her duyan ne mîna hev in, jixwe ev yek jî nayê payîn. Li ser maseya Biden: Di çarçoveya têkiliyên Emerîka û Tirkiyeyê de mijarên dijwar ên mîna S-400, Rojava / HSD, Lîbya, Rojhilatê Deryaya Sipî, Qerebax, Doza Halkbank û mijara “Demokrasiyê” hene. Lê, di hevsengiya Rojhilat û Rojava de jeopolîtîka Tirkiyeyê ya ku hêja jî dilniwaz e, endametiya NATO û ji aliyekî din ve jî qerta S-400 a ku hêja ew di dest de digre hene. Erdogan piştî ku di destrêjka DYE û YE de tengijî, dikare bêje ku “baş e, ez S-400an bişûnde dişînim, hun jî destê xwe ji pişta Rojava vekişînin.” Qada xetere ev der e ku divê siyaseta Kurdan xulek bi xulek bişopîne û pêlî cihê şil neke!

Xetereya Stratejiya Rûsya

Di stratejiya Rûsya ya ku ne tenê li Sûrî û Rojava herwiha roj bi roj li Bakurê Efrîka jî dibe aktorek gerdûnî de, ne damezrandina Kurdistana federal ne jî ya Xweser tune ye! Dagirtin û parçekirina RXBRSê ku her roj bajarek wir mîna lebatek ji bedena zindî tê jêkirin û fişara ku ev du sal in li ser Kurdan tê ferzkirin: “Ya şertên rejîma Sûrî qebûl bike an jî dê Tirkiye were vir!” heye. Ev hemî ji ber stratejiya Rûsya ya ku di nav de statu tune ye pêk tên. Rejîma Sûrî ji Rûsya cesaretê digre û li ser Kurdan polîtîkayên xwe yên mîna: “Xweseriyê jibîr bikin, beriya salên 2011an rewş çewa bû, dîsa dê wisa be! Kurd birayên me yên Bakurî ne û hwd.” ferz dike.Bi kurtî em bêjin, analîza xetereyan a stratejiya Rûsya divê bi awayek rasteqîne were kirin.

Siyaseta Kurdan Divê Çi Bike?

1–Erka herî girîng a sala 2021ê siftîbûna li ser bersiva van pirsan e: “Xisara ku siyaseta Kurdan di trajediya dîrokî ya Kurdistanê de çêkiriye, em dê bi hevre çewa kêm bikin? Xalên tengijînê yên navbeyna xwe de, em dê çewa birawirînin?” Di serî de partiyên ku aliyên vê rakêşanê ne, herwiha tevgera demokratîk û netewî ya Kurdan li ser bingeha diyalogê divê van pirsan ji xwe bikin. Di vê mijarê de ya girîng ev e ku li ser paydariya netewî, kî, çewa û li kuderê dikare tawîz bide? Ger partiyên Kurdî karibin çareseriyên hevpar ji van pirsan re biafirînin, ev yek dikare bikaranîna rakêşan û nakokiyên navbeyna partiyên Kurd ku ji alî hêzên mêtingehkar ve tên sorkirin, daxîne asta herî kêm. Tewer ev yek dikare bo bikaranîna pirsgrêk û nakokiyên navbeyna rejîmên mêtingehkar, bo Kurdan fersendekê jî biafirîne.

2–Erka pêşîn ya din, divê partiyên Kurd bikaranîna cihêtiyên navbeyna xwe birawirînin û ev yek bibe sebebê lihevhatinek mayinde ku berjewendiyên netewî karibin birêve bibin. Ew mecbûr in biserkevin, lewra em hemî akinciyên mala xwe ya hevpar  Kurdistanê ne. Ew aliyên ku çendîn serpêhatî li paş xwe hiştine, niha divê bikaribin hin arîşeyan têxin hundurê sarincê, ango di hunera karê birêvebirina pirsgrêkan de divê ew serketî bin. Heke di vî warî de biserkevin, dê bikaribin fersend û derfetên sala 2021ê di berjewendiya gelê me de bi kar bînin û tewer dê bikaribin deriyên fersendên nuh yek alî bikin. Eynî di vê xalê de, pêwîstî bi Kongreya Netewî ya ku vîna li jor a hevbeş e heye. Niha civîna Kongreya Netewî ku dê berjewendiyên hevpar birêve bibe û pengavên pêşîn biselmîne zehmet e, lê pêdivî pê heye. û heke em van xalên jor pêk bînin, riya Konreya Netewî jî di rêjeyek bilind de dê were honandin.

3-Wate ew e ku, mifteya herî bikêrhatî ya bikaranîna fersendên heyî, yekitiya netewî ye. Heke li dijî bariyerên duem û sêem ên rejîmên mêtingehkar bariyera tifaqa netewî were afirandin, bi vê yekrêziyê dê êrîş jî werin şikestin. Wekî din, riyeke din a firehkirina çembera dostên Kurdan jî dabînkirina yekitiya netewî ye. Yekîtiya netewî pengava herî girîng ê bawerdêriyê ye ku dê bo gelê me yê ku barê giran ê tekoşîna azadiya netewî dimeşîne were avêtin. Ev, fermanek e ku li kuçeyan û ji nava gel bilind dibe!

4–Pengava yekem ya têkbirina êrîş û rîskên jeopolîtîk, nêrîna hevpar a stratejîk li Kurdistanê û bi taybetî li RHK û RXBRSê ye. Jixwe her du beş; ji ber ku ji aliyê erdnîgarî, dîrok û dahatuyê ve di bin dorpêça heman mêtingehkaran de ne, yek ji wan egera hebûna ya din e. Divê stratejiya berxwedanê, her duyan bi yekparî bihundirîne. Ji ber ku berxwedana Xweseriya Rojava bûye berxwedana Herêma Kurdistanê û herwiha berxwedana Herêma Kurdistanê bûye doza berxwedana Xweseriya Rojava. Bi kurtî, siyaseta Kurd mukellef e ku xetereyan û fersendan bi hev re birêve bibe. 30 / 01 / 2021

[email protected]

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights