Ana SayfaSIYASETSînan Çîftyurek: Dibistana Marksîst a Amedê ji ber valahiyekê derkete holê

Sînan Çîftyurek: Dibistana Marksîst a Amedê ji ber valahiyekê derkete holê

Roja Yekşemê 23ê Cotmeha 2022an Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistanê Sinan Çiftyurek, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û rojnamevana Sosyalîst û Femînîst Armen Korkmaz, li avahiya Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim-Sen) a Amedê daxuyanî xwendin û damezrandina Dibistana Marksîst a Amedê ragihandin.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistanê Sinan Çiftyurek dibêje, ew dê şîroveya Kurdistanî ya Marksîzmê li vê dibistanê bihûnin û Amedê bikin navendeke felsefe, zanist, huner, îdeolojî û berhemanîna siyaseta nûjen.

Sinan Çiftyurek ji Rûdawê re behsa armanca avakirina Dibistana Marksîst a Amedê kir û got, “Dibistana Marksîst a Amedê ji ber valahiyekê derkete holê. Ev proje ne projeyeke siyasî ye û ne ya partiyekê ye jî. Em dixwazin îdeolojî, teorî, felsefî û rastiyan kûr û fireh lêkolîn û hilberînê bikin.”

Sinan Çiftyurek diyar kir ku ev dibistan dê ne wek dibistaneke zarokan lê wek ekola Frankfurt, Awûstûrya û Swêdê be.

Sinan Çiftyurek anî ziman, “Di sala yekem de em dê li ser dîrok, civak û siyaseta Kurdistanê bisekinin. Em ê bi çend xalan lê binêrin ka çima Kurd nebûne xwedî dewlet. Çima duh nakokî di navbera eşîrên Kurdan de hebû û îro jî di navbera partiyên me yên nûjen de nakokî hene.”

Sinan Çiftyurek diyar kir ku divê li Kurdistanê 4 disîplînên siyasetê hebin û anî ziman, “Yek ji wan siyaseta netewe ji bo Kurdan, ya din şoreşger-demokrat û ya sêyan Îslamê-demokrat û ya herî girîng jî ya Marksîst hebe.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights