Ana SayfaGIŞTÎŞEX CAFER: EWÊ PKK LI ŞINGALÊ DIKE, ZÊDERÛYÎ (VÎDEO)

ŞEX CAFER: EWÊ PKK LI ŞINGALÊ DIKE, ZÊDERÛYÎ (VÎDEO)

Fermandarê Yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand, ewê ku PKK li Şingalê dike, zêderûyî ye û derxistina pirsgirêkan e.

Di hevdîtinekê de ligel K24ê, di çarçova 5emîn Dîdara Silêmaniyê de û derbarê hebûna PKKê li Şingalê û derxistina pirsgirêkan bo welatiyên wê navçê de û şerê berî cend roja de, Fermandarê Yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa got: “Ewê ku PKK li Şingalê dike, zêderûyî û sererûyî ye.”

Şêx Cafer Şêx Mistefa got jî: “Dema li xwe tu bi mêvanekî re dibêjî, mêvandariya te nema û divê tu biçî, ew mêvan wê yekê red bike û xwe bi xwediyê malê bizanibe.”

Herwiha Şêx Cafer Şêx Mistefa got: “Heger ew hêz bi vî awayî danûstandinê bike, xelkê Kurdistanê wê hêzê tawanbar dike, heger çi bûyerek derkeve, dikeve stûyê wê hêzên.”

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights