Ana SayfaGIŞTÎSEROKÊ PARLAMENA EWROPAYÊ: DIVÊ EM DERÎ LI TIRKIYÊ NEGIRIN

SEROKÊ PARLAMENA EWROPAYÊ: DIVÊ EM DERÎ LI TIRKIYÊ NEGIRIN

Serokê Parlamena Ewropayê (PE) Antonio Tajanî di hevpeyvîneke rojnameya Îtalî La Repubblicayê de referandûma 16ê Nîsanê û karvedana encamên wê nirxand.

Tajanî bal kişand ser ku ew li ser nîqaşên bo encamên referandûmê li benda rapora Teşkîlata Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (TEHE) ne û got, ‘Pêş rapora TEHEyê metirsdar e heke ew daneyên raporê werin îsbatkirin ew dê neçar bimînin helwesteke tund ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nîşan bidin.’

‘CEZAYÊ ÎDAMÊ DÊ TIRKIYÊ JI PERSFEKTÎVA EWROPAYÊ DERXE’

Serokê PEyê li ser nîqaşên anîna sizayê darvekirinê jî da xuyakirin, ‘Heke sizayê îdamê were qebûlkirin, dê rêveberiya Enqerê bi temamî ji perspektîva Ewropayê derkeve.’

‘DIVÊ TIRKIYE HURMETÊ LI NIRXÊN ME BIGIRE’

Tajanî wiha domand: “Divê em israrê li vî welatê namzeda endamtiya Yekîtiya Ewropayê bikin ku hurmetê ji nirxên me yên bingehîn re bigire. Lê divê em derî bi temamî negirin. Ev dê ji bo Ewropayê bibe golavêtina keleha xwe. Herwiha divê em vê jî hesab bikin ku nîvê vî welatî Tirkiyeya Ataturk û dewleta laîk diparêze ku derxistiye holê ew baweriyê bi reforma tê xwestin nayînin.”

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights