Ana SayfaGIŞTÎSEROKÊ KKPÊ: JI BO PARASTINA DESTKEFTAN DIVÊ KURD BIBIN YEK

SEROKÊ KKPÊ: JI BO PARASTINA DESTKEFTAN DIVÊ KURD BIBIN YEK

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek di ahenga Newroza Amedê de ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo parastina destkeftên Başûr û Rojavayê Kurdistanê divê partî bibin yek. An em dê bibin yek û serbikevin an jî em dê têk biçin.”

Sînan Çîftyurek rexneyên tund li siyaseta hikûmeta Tirkiyê girtin û got, “Bingeha siyaseta Kurdî li meydanan e. Siyaseta modern a Kurdî ne li parlamentoyan, lê li çiya, kolan û şeqamên li her deverên Kurdistanê hat avakirin.”

Çîftyurek Newroza 2021 ji bo Kurdan wek “Newroza yekîtiyê” binav kir û got, “Rojeva sereke ya Kurdistanê yekîtî ye. Hevpeymaniya Navdewletî, Amerîka û civaka navdewletî ji Kurdan re dibêjin; `bibin yek`. Dibêjin, `hûn bibin yek em dê piştgiriya we bikin`. Ji bo me Başûr û Rojava, HSD û Pêşmerge yek in. Trajediya perçebûna Kurdistanê heye. Eger em bibin yek em dê vê trajediyê ji holê rakin.”

Derbarê şêwazê yekîtiyê de jî Çîftyurek got, “Kurd nikarin hemû li jêr sîwana yek partiyê kom bibin. Lê divê partî bibin yek ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Em neçar in ku bibin yek. Gel daxwaza yekrêziyê ji me dike.”

Derbarê hewldanên girtina HDPê û partiyên din ên Kurdî jî Serokê KKPê got, “Ne hêsan e ku HDPê bigirin. Di nava Tifaqa Cumhur de jî nakokî hene. Gelek berpirsên AKPê jî dibêjin`ev biryar` xelet  e. Li şûna girtinê dibe budceya ji xezîna dewletê bibirin. Bigirin jî çareserî nabe. Em jî li dijî vê dibêjin yekîtî.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights