Ana SayfaGIŞTÎSEROKÊ KKP'Ê ÇÎFTYUREK: ÊRİŞÊN Lİ HESEKÊ PLANSAZİYEKE MEZİN E

SEROKÊ KKP’Ê ÇÎFTYUREK: ÊRİŞÊN Lİ HESEKÊ PLANSAZİYEKE MEZİN E

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê anî ziman ku ev ne êrişên ji rêzin e, plansaziyek mezin e û bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de.

Di 20’ê Çileyê de DAIŞ’ê, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şaneyên xwe yên veşartî êriş bir ser Girtîgeha Sînayê ya 5 hezar endamên wê tê de ne. Piştî vê êrişê, hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevdîr girtin. Di şer de ku hê jî didome, heya niha gelek DAIŞ’î hatine kuştin û zevtkirin.   

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) rê axivî. 

ARMANC XWESERIYA ROJAVAYÊ YE

Çîftyurek, bibîr xist ku êrişên DAIŞ’ê di dema salvegera xweseriya Rojavayê de dest pê kirine. Çîftyurek, destnîşan kir ku armanca van êrişan tenê ne xelaskirina girtiyên DAIŞ’î ye, armanc statuya Rojavayê ye û got: “Eger ew êriş bi ser biketana, dê 5 hezar girtiyên wan bi xelasê biketana. Bi dû re wê bi piştgiriya rejîmê û Tirkiyeyê dest bi dagirtina her çar perçeyan bihata kirin û wê bigotanan bi destê DAIŞ’ê hatine dagirkirin.” 

‘TEKILIYA DAIŞ Û TIRKIYEYÊ’   

Çîftyurek, şerê li Kobanê bibîr xist ku wê demê Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞ’ê dikir û bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de. 

Çîftyurek ji bo vê ev tişt gotin: “Têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de, ji destpêkê heya niha tê zanîn. Ji ber wê, ev êriş jî ne êrişine bi tena serê xwe ne. Plansaziyek mezin e. Dewleta dagirker, kî êrişî destkeftiyên kurdan bike, piştgiriya wan dike. Na bêje ew tererîst e. Armanc, tenê destkeftiyên kurdan e.”

 ‘HEBÛNA KURDAN ASTENGÎ YE JI BO TIRKIYEYÊ’    

Çîftyurek, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar jî û got: “Dewleta Tirkiyeyê statuya kurdan qet qebûl nake. Statuya kurdan ji xwe re wekî talûkeyekê dibîne. PYD’ê li Qibrisê ofis vekir, dewleta Tirkiyê bi tundî êriş bir ser rêvebiriya Qibrisê. Dibêje, ‘kî piştgiriyê bide wan ê bedêleke giran bide.’  Hebûna kurdan û destkeftiyê kurdan, li Rojhilata Navîn ji bo dewleta dagirker astengiyek mezin in.”   

‘DAXWAZA REJÎMÊ BINKETINA HESEKÊ YE’   

Çîftyurek, anî ziman ku li Hesekê hêzên rejimê jî hene û rejîmê heta niha tu bertek nîşan nedane. Çîftyurek, destnîşan kir ku rejîm dixwaze Hesekê bibin bikeve. 

Çîftyurek, bilêv kir ku rejîm binketina Hesekê dixwaze û li dijî mafên kurdan hemû hêz tên cem hev û got: “Efrîn ji sedî 95 kurd bû, lê niha ev rêje daketiye ji sedî 20’î. Dewleta Şamê û Tirkiye ji ber vê ji bo Efrîn û Girêsipî piştgiriyê didin hev du. Tirkiye li dijî mafên kurdan bi rejîme re dişixule. Rejîm jî li dijî mafên kurdan bi Tirkiyê re dişixule. DAIŞ jî ji xeynî kurdan, li dijî destkeftiyên kurdan bi hemû hêzên dagirker û hêzên herêmê re dişixule.” 

‘DAIŞ TENÊ NE MESELEYA KURDAN E’

Çîftyurek, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rojavayê bi têkşikandina DAIŞ’ê re azadiya hemû mirovahiyê parastiye û got: “DAIŞ tenê ne meseleya kurdan e, meseleya hemû mirovahiyê ye. Madem DAIŞ li dijî demokrasî û azadiyê, li dijî gelan û bawermendan e, wê demê meseleya hemû kesî ye. Bi hezaran ciwan mirin di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji azadkirina Rojavayê û Rojhilata Navîn ji DAIŞ’ê paqij kirin. Pêwîst e îro piştgiriya Rojavayê bê kirin. Gelê Rojava ne têne ji bo azadîya xwe, ji bo demokrasiya hemû gelan şer kirin. Gerek banga wan cih bigire û li dijî êrişên DAIŞ’ê piştgiriya gelê Rojavayê bê kirin.” 

YEKÎTÎ   

Çîftyurek di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku li Kerkûkê jî êrişên DAIŞ’ê didomin û ji bo vê îşaret bi yekîtiya neteweyî kir. Çîftyurek got: “Rojavayê Kurdistanê berxwedanek mezin da bi jin û xortên xwe ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn. Bedêlen giran da. Ew ê destkeftiyên xwe biparêzin, lê gerek em jî mil bidinê. DAIŞ li Kerkûkê jî êriş pêk anîn û ev demeke dirêj e didomîne. Armanc bêîstîkrarbûn e, armanc qelskirina bingeha xweseriya Rojavayê û Kurdistanê ye. Lewma divê her çar perçeyên Kurdistanê li dijî êrişan piştgiriya hev du bikin.” 

Mezopotamya Ajansı

Önceki İçerik
Sonraki İçerik
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights