Ana SayfaGIŞTÎŞEWATA LI KAMPA DERBIDERÊN ŞENGALÊ 3 MIRÎ Û 5 BIRÎNDAR

ŞEWATA LI KAMPA DERBIDERÊN ŞENGALÊ 3 MIRÎ Û 5 BIRÎNDAR

Li kempa Birsivê/2 ji egerê şewtîna 5 xîveta 8 kes di bin qûrbanî. 3 kesan canê xwe ji dest dane ku hersê kes ji yek malbatin bav û 2 zaro, bûyere ji egerê pirsgirêkeke elktirîkê rûdaye û ew kesên şewtîn li nexweşxanêne li jêr çavdêriyê de ne. Li gor çavkaniyên nexweşxanê rewşa 2 birîndaran nebaşe.

Welatî Xalid ku ew kesê gehiştî cihê bûyerê bo Dengê Amerîka got “Zilamî zaroyekê xwe ji xîvetê derxist û çû yên din rizgar biket, lê bêhna wî teng bo ket û hewa dijwar bo agir bi tev xîvetê keft û ew 2 zaro mirin, yên din min bi otombîla xwe gihandin nexweşxanê.

Heyat dayka 2 zaroyên şewtî got “kes li benda hewarên me nayê 5 xîvet şewtîn û 3 kes mirin zaroyên min jî di şewtîne û 2 yên din birine nexweşxanê eve çende daxwazê di kîn seyareke agirvemirandinê bo me bînin kempê lê kes di hewara me nayê.

Li Kampa Bêrsivê/2 1500 malbat, 7007 kes lê hene ji Mislman û Êzdîyan xelkê Şengalêne pêk tê, ji dema ku DAIŞê sala 2014an êrişî Şengalê kirbû heta niha beşek ji xelkê Şengalê di wê kampê de dijîn, jiyanek pir dijwar.

Selam Balayî / dengeamerika.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights