Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊŞebnem Korur Fincanci, bo dadgehê hat şandin

Şebnem Korur Fincanci, bo dadgehê hat şandin

Fincanci roja Çarşembê ji Stenbolê bo Enqerê hat veguhestin û li Rêveberiya Ewlekariyê ya Enqerê îfadeya wê hat wergirtin. Piştî ku doh bi şev karên îfade wergirtinê temam bûn, Fincanci îro Pêncçembê 27ê Cotmehê serê sibehê bo Dadgeha Enqerê hat şandin.

Dê dadgeh derbarê Fincanci de îro biryara berdan an girtinê bide.

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci di bernameyekê de gotibû: “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr ya ku sîstema esabê têk dibe hatiye bikaranîn. Gelek corên çekên kîmyayî hene. Herçiqas bikaranîna wan hatibû qedexekirin jî lê mixabin em dibînin ku di şer de tê bikaranîn.”

Fincancî, piştî axaftinên xwe yên derbarê îdiayên çekên kîmyayî de, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçeli û medyayên nêzîkî desthilatê ve hedef hatibû nîşandan.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di çarçoveya yasaya têkoşîna dijî terorê de û bi tohemta “propagandaya bo rêxistina terorê” derbarê Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincancî de lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de duh li Stenbolê hat desteserkirin.

Herwiha eger heye qeyûm bo ser TTBê bê danîn. Endamê Rêveberiya Biryara Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya AKPê Şamil Tayyar, roja Çarşembê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Seroka TTBê Şebnem Korur Fincanci, ji ber propagandeya PKKê kiriye hat desteserkirin. Herwiha dozgeriyê, daxwaza jikar dûrxistina Fincanci kir. Eger daxwaz bê qebûlkirin, dibe `qeyûm` bo serokatiya TTBê bê danîn.”

Ji aliyê din ve doh bi şev li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, hejmarek jin ji bo protestokirina desteserkirina Fincanci û rojnamevanên Kurd kom bûn û xwestin xwepêşandanê bikin. Lê polîsan rê nedan wan û herî kêm 15 jin desteser kirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê roja 18ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, artêşa Tirkiyê di êrîşên xwe yên li dijî wan de çekên kîmyayî bi kar anîne û 17 gerîlayên wan di encama wan êrîşên kîmyayî de canê xwe ji dest dane.

Piştre Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê îdiayê de daxuyaniyek dabû û banga lêkolînê kiribû.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights