Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊNY Daxwaza Demûdest Berdana Prof. Fîncancî Dike

NY Daxwaza Demûdest Berdana Prof. Fîncancî Dike

Parêzvanên mafên mirovan got ku Fîncancî bi armanca bêdengkirinê hatiye girtin.

Wan dîyar kirin ku divê Tirkîye bo tirsandina parêzvanên mafên mirovan dev ji karanîna qanûnên dij terorê berde û Fîncancî demûdest berde.

“Me di gelek dozan de belge kirine ku li Tirkîyê qanûnên dijterorê û qanûnên tawanên din li ser bingehên sexte bo destdirêjî, tirsandin, desteserkirin, girtin û cezakirina aktorên civaka sivîl yên wek Fînancî têne xebitandin.”

Prof. Fîncancî di 27’ê Cotmehê de bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” hatibû girtin; piştî ku wê gotibû ku divê karanîna çekên kîmyayî ji hêla şandeyeke serbixwe were lêkolîn kirin ku îdia hebû artêşa Tirk ew çek xebitandine.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi tundî daxuyanîyên Dr. Fîncancî yên ser medya red kiribû û gotibû ku dijî her kesê ku van îdiayan bîne ziman wê tedbîrên qanûnî werin girtin.

Pênc raportorên taybet yên NY helwesta Erdogan rexne kirin û parastina parêzvanên mafên mirovan yên wek Dr. Fîncancî xwestin.

Rêxistina Doktorên Navneteweyî ya bo Rêgirtina Şerê Navokî (IPPNW), ku nûnertîya bi hezaran doktor û kempeynên rêgirtina tundûtûjîya çekdar dike, meha borî raporek weşandibû û derbarê îdiayên karanîna çekên kîmyayî lêkolîneke bêalî xwestibû.

IPPNW ragihandibû ku wê di dema lêkolîna li li Kurdistana Îraqê hin belgeyên nerasterast dîtine ku di operasyoneke artêşa Tirk ya di meha Îlonê de, binpêkirinên pêkan nîşan didin.

Wezareta berevanîya Tirkîyê û berpirsên payebilind jî wan îdiyan red dikin û dibêjin ku hêzên wê di operasyonên xwe de ti car çekên kîmyayî bi kar neanîne.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights