Ana SayfaÇAND HUNERŞanoger: Em ê serî netewînin

Şanoger: Em ê serî netewînin

Di demên dawî de li ser hev konser û şanoyên kurdî tên qedexekirin. Piştî astengkirina konserên hunermend Aynûr Dogan, Mem Ararat û Metîn Kemal Kahraman, lîstika “Don Kîxot” a Şanoya Bajêr û “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” a Şanoya Mencelê jî hatin qedexekirin. Qeyneqamtiya Tetwanê ji bo nelîstina lîstika “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” a Şanoya Mencelê bi hinceta “pirsgirêkên teknîkî” derpêş kirin.

Ji lîstikvanên lîstika “Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” şanoger Perînaz Delazy ragihand ku lîstika wan bi hinceta ku “pano şewitiye, ceryan tune ye û pirsgirêkeke teknîkî heye” hatiye betalkirin. Delazy da zanîn ku hevalên wan têkildarî mijarê hevdîtin bi midûriyeta polîsan û qeymeqamtiyê re kirine û got: “Midûriyeta polîsan û qeymeqamtiyê ji hevalên me re gotine ‘Me destûr daye. Lê navenda çandê lîstik betal kiriye.’ Lê em pê hesiyane ku wê rojê tu pirsgirêkên teknîkî tune bûne û li wir bernameyeke din hatiye lidarxistin. Me jî got, pirsgirêka teknîkî çi be em amade ne hel bikin û çi pirsgirêk çêbibin em ê bilîzin.  Ji me re gotin, ‘Daxwaznameya xwe bidin em ê cardin binirxînin.'”

‘QEDEXE NIKARIN PÊŞIYA ME BIGIRIN’

Delazy destnîşan kir ku meseleya sereke ne pirsgirêka teknîkî ye, ev qedexe û astengî bi salan didomin. Delazy destnîşan kir ku bi salan  çand û hunera kurdî bi van zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Delazy bilêv kir ku xwedîderketina li muzîk û şanoya kurdî qedexe pûç kirine û got: “Lê bi van qedexeyan ne dikarin me bidin sekinandin ne jî dikarin bi ser bikevin. Dê hunera kurdî tim bê îcrakirin. Îro nebe wê sibê bibe. Lê teqez dê ev bê lîstin û lîstikên kurdî bidomin.” 

Delazy di dawiya axaftina xwe de got: “Em li bendê ne ev qedexe bi dawî bibin û her kes xwedî li zimanê xwe û stranên xwe derkeve.”

‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’ 

Şanogerê Şanoya Mencelê Ferhat Aslan jî bilêv kir ku ev qedexe ne cara ewil in û got: “Em xebatên xwe bi zimanekî qedexe dikin. Qedexe bi hincetên cuda didomin. Car heye bi temamî tên qedexekirin û car heye jî bi hin hincetên pûç tên betalkirin. Yanî her tim pirsgirêkê didin der. Lê em ê li gel vê zorî û zehmetiyê jî serî netewînin û em ê hunera xwe bidomînin.”

Aslan destnîşan kir ku qedexe çi dibin bila bibin em ê tim li ser dikê bin û got: “Armanca van qedexeyan ew e ku em dest ji şanoyê berdin. Em, ger dest ji şanoyê berdin em ê îxanetê bikin. Şanoya kurdî çawa hatibe vê astê, ji niha û pê de jî dê ber bi asteke din ve jî biçe.” 

Aslan bang kir ku her kes xwedî li hunera kurdî derkeve.

MA / Mujdat Can

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights