Ana SayfaGIŞTÎRÛSYA NAVENDEKE LEŞKERÎ LI EFRÎNÊ AVA DIKE

RÛSYA NAVENDEKE LEŞKERÎ LI EFRÎNÊ AVA DIKE

Rûsya yekem navenda xwe ya leşkerî li bajarê Efrînê ava dike.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rûdûr Xelîl ji ajansa “Reuters” re ragihand, li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsyayê de, Rûsya dê navendeke leşkerî li bajarê Efrînê damezrîne.

Rêdûr Xelîl amaje bi wê yekê kir, di çarçova jinavbirina terorê de, hêzên Rûsyayê dê rahênanê bi çervanên YPGê bike.

Berdevkê YPGê da aşkere kir, duh roja 19 Adarê ew rêkeftin di navabera YPG û Rûsyayê de hate îmzekirin.

Çalakvanên Efrînê ji çend rojan ve wêneyên otombîl û zirîpoşên ku ala Rûsyayê li ser wan bilindkirî bûn, belav kiribûn.

Herwiha li gor zanyariyan, ew navenda leşkerî ya Rûsyayê dê li gundê Kefer Cenê li leşkergeha Kefer Cenê bê damezrandin.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights