Ana SayfaGIŞTÎRÛSYA: ARTÊŞA SÛRIYEYÊ PIŞTÎ ÇAR SALAN BO CARAYEKEM GIHIŞT ROJHILATÊ FIRATÊ

RÛSYA: ARTÊŞA SÛRIYEYÊ PIŞTÎ ÇAR SALAN BO CARAYEKEM GIHIŞT ROJHILATÊ FIRATÊ

Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku piştî çar salan, Artêşa Sûriyeyê bo cara yekem gihişt qeraxa rojhilatî ya çemê Firatê.

Serokê Daîreya Hereketa Sereke ya Serokatiya Serekanê Rûsyayê General Sergey Rudskoy derbarê mijarê de wiha got: “Di çar salan de, ev cara yekem e ku hêzên hikûmetê kariye bigihên aliyê Xefesê yê li rojhilatî yê çemê Firatê. 15 kîlometre li qeraxên çemî di bin kontrola wan de ne.

Rudskoy diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê li aliyê rojhilatî yê Palmîrayê ve bi pêş de diçe û piştî hefteyekê ji rizgarkirina wê ji terorîstan, herêma ewlekirî ber bi bakur û başûr ve jî berfireh kir.

Herwiha Rudskoy wiha got: Piştî kontrolkirina bajarê Palmîrayê,  hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrîşên xwe li rojhilat berdewam kirin û piştî girên giring bi dest xistin, herêma ewlehiyê ber bi bakur û başûr ve jî berfireh kir.

“15 KÎLOMETRE HATINE KONTROLKIRIN”

Derbarê berfirehiya herêma Artêşa Sûriyeyê kontrol kiriye de, Rudskoy diyar kir ku 15 kîlometre li qeraxa çemî hatine kontrolkirin û wiha pê de çû: “Îstasyona palandin û belavkirinê kontrol kiriye. Piştî ku xebatên tamîrkirinê temam bibin, ava vexwarinê dê ji bo Heleb û derdora wê were dabînkirin. Niha yekîneyên sûrî, li rojavayê Firatê operasyonên xwe berdewam dikin.”

hêjayî gotinê ye ku di 2ê Adarê de Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê bajarê Palmîrayê kontrol kiribû. Ew operasyon bi kêmtirîn wendahî di hêzên dijî terorê de pêk hatibû.

DAIŞê di Gulana 2015an de Palmîra dagir kiribû. Di Adara 2016an de Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê, careke din ji wan stendibû, lê DAIŞê di meha Berfanbarê de dîsa ketibû bajarê kevnar.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights