Ana SayfaGIŞTΠ‘RONÎKIRINA CINAYETA ELÇÎ DEYNÊ SITUYÊ ME YE’

 ‘RONÎKIRINA CINAYETA ELÇÎ DEYNÊ SITUYÊ ME YE’

Baroya Amedê di hefteya 65’an de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bibîr anî û diyar kir ku ronîkirina cînayeta Elçî deynê situyê wan e.

Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hat qetilkirin, bê ronikirin û cezakirin, li ber Edliya Amedê daxuyanî da. Gelek parêzerên Baroya Amedê bi cubbeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiya hefteya 65’an de Pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em te ji bîr nakin” a wêneyê Elçî li ser vekirin. Li ser navê Baroyê Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan daxuyanî da. Alan anî ziman ku 65 heftene çalakiyan pêk tînin û hêj cînayeta Elçî ronî nebûye. Alan, anî ziman ku Elçî her deş binpêkirina mafên mirovan dişopan û wiha got: “Li ku binpêkirina mafan hebûya Elçî li wir bû. Dîsa ji bo mafê mirovan biparêze çû cihê ku mafên mirovan lê tê binpêkirin û hat qetilkirin. Ronîkirina cînayeta Elçî deynê situyê me ye. Em wî ji bîr nakin. Em nemir e.”

Daxuyanî û çalakî bi rûniştina 5 deqîyan bi dawî bû.

ROJEVA MEDYA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights