Ana SayfaKURDISTANRojhilatê Kurdistanê: Şeva borî 7 xwepêşanderên canê xwe ji dest dan

Rojhilatê Kurdistanê: Şeva borî 7 xwepêşanderên canê xwe ji dest dan

4 ji welatiyan di nav xwepêşandanên şeva derbasbûyî de bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dan, 2 welatiyên din ên ku di xwepêşandanên rojên derbasbûyî de birîndar bibûn, canê xwe ji dest dan. Welaiyek jî piştî ji aliyê hêzên Îranê ve hate desteserkirin bi îşkenceyê canê xwe ji dest daye.

Şeva derbasbûyî 2 ciwanên Kurd ên bi navên Şehryar Mihemedî û Şêrko Sultanî di xwepêşandanên Bokanê de, ciwanekî bi navê Kemal Ehmedpûr jî di xwepêşandanên Mihabadê de, ciwanekî bi navê Emîr Ferasetî di xwepêşandanên Pîranşarê de canê xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Mêhrab Rehmanî di xwepêşandanên berî çend rojan ên Mihabadê de birîndar bibû, şeva derbasbûyî di nexweşxaneyeke Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Her wiha Mîlad Merûfî di xwepêşandanên berî du rojan de li Bokanê birîndar bibû, şeva derbasbûyî canê xwe ji dest da.

Di 3 rojên xwepêşandanan de li Rojhilatê Kurdistanê 29 kesan bi teqeya hêzên Îranê canê xwe ji dest dane.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights