Ana SayfaGIŞTÎRojhilatê Kurdistanê; Jinek bû seroka şaredariya Baneyê

Rojhilatê Kurdistanê; Jinek bû seroka şaredariya Baneyê

Encûmena Bajarê Bane li parêzgeha Sine, roja 23ê Sibata îsal bi dengên 6 endaman, Sirwe Qadir Xanzad wek Seroka Şaredariya Baneyê hilbijartibû û duh Sêşembê 8ê Adara 2022an biryara hilbijartina wê ji aliyê Parêzgarê Sine ve hat pejirandin.

Serokê Encûmena Bajarê Baneyê, Ibrahîm Lutfî ragihandiye, “piştî 18 mehan seroka şaredariya Baneyê hat hilbijartin û biryar ji aliyê Parêzgarê Sine ve hat pesendkirin.”

Ibrahîm Lutfî diyar kir, Sirwe Qadir Xanzad bi dengê 6 endamên Encûmena Bajarê Baneyê wek şaredara bajêr hatiye destnîşankirin.

Sirwe Qadir Xanzad roja 12ê Îlona 2020 wek Serpireşta Şaredariyê hatibû destnîşankirin, lê parêzgariya Sine wê demê ew biryar pesend nekiribû.

Sirwe di sala 1980an de li bajarê Baneyê ji dayik bûye, bawernameya Bakaloriyus di aboriyê de wergirtiye û ji sala 2008an ve di şaredariya Baneyê de berpirsyariyên cuda cuda wergirtine.

Bi vê posta nû, Sirwe dibe 15mîn Serok Şaredariya Baneyê û yekemîn jin ku li wî qezayê wê postê werdigre.

Bajarê Bane dikeve 270 kîlometriya rojavayê bajarê Sineyê û li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye û 158 hezar kes lê dijîn.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights