Ana SayfaKURDISTANRojhilatê Kurdistanê: Hêzên ewlehiyê yên Îranê ji duh ve 7 xwepêşander kuştin

Rojhilatê Kurdistanê: Hêzên ewlehiyê yên Îranê ji duh ve 7 xwepêşander kuştin

Şeva borî di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 7 welatî bi guleyên hêzên Îranê hatin kuştin. Şeş ji wan ciwan in û zarokekî 16 salî jî hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku Îsa Bêglerî û Zanyar Ellah Muradî li Sineyê, Saman Qadirbegî li Bokanê û Fûad Mihemedî li Kamyaranê, Danyal Pabendî yê 16 salî jî îşev li Seqizê hatin qetilkirin. Her wiha hat diyarkirin ku Salar Micawir jî di xwepêşandanên îşev Çarşemê yên li Bokan a Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hate kuştin.

Li gor zanyariyên Hengawê welatiyê bi navê Burhan Keremî jî li Kamyaranê li pêşiya mala Fuad Mihemedî yê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin, hatiye kuştin.

Xwepêşandan şeva borî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û çend bajarên Îranê berdewam bûn. Xelkê li kolanan sloganên dijî Komara Îslamî ya Îranê berz kirin. Li Bokan û Kamranê jî 2 hêzên Îranê hatin kuştin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji duh ve di xwepêşandanên ku ev nêzîkî du meh in berdewam dikin de, hêzên emnî teqe li Zanyar Ellah Muradî û Îsa Bêglerî kirin û wan canê xwe ji dest dan.

Her wiha li bajarê Kamyaranê welatiyê bi navê Fuad Mihemedî jî bi teqeya hêzên emnî yekser canê xwe ji dest da û Seîd Muradî jî bi dijwarî birîndar e, destpêkê hate ragihandin ku canê xwe ji dest daye lê çavkaniyekê ji Rûdawê re got, Seîd Muradî birîndar e û ji bo Nexweşxaneya Sineyê hatiye şandin.

Di xwepêşandanên Bokan û Kamyaranê de 2 endamên Supaya Pasdaran ji aliyê xwepêşanderan ve hatin kuştin.

Di xwepêşandana Bokanê de efserê pilebilind ê Supaya Pasdaran ê bi navê Riza Elmasî hatiye kuştin.

Ajansa fermî ya Hikûmeta Îranê kuştina wî efserî piştrast kir û ragihand ku li ser daxwaza hizbên dijber ciwanên Bokanê çûne ser cadeyan û alozî derxistine.

Her wiha endamê Supaya Pasdaran ê bi navê Riza Azerbar di xwepêşandana Kamyaranê de hate kuştin.

Li piraniya parêzgehên Îranê jî xwepêşandan birêve çûn. Xwepêşandanên herî tund li Isfehan û Şîrazê bûn. Şer û aloziyeke mezin derket û dengê teqeyeke zêde hate bihîstin.

Li Tehranê li çendîn navçeyên cuda, li Isfehanê li çend bajaran xwepêşandan hat kirin û xwepêşanderan bi bombeyên destî êrîşî hêzên Îranê kirin.

Li Tewrêzê xwepêşandanên berfireh hatin kirin û di dîmenan de tê dîtin ku hêzên emnî direvin û cadeyan bicî dihêlin. Li Şîrazê şer û alozî bû, li Erakê xwepêşandan û alozî hebûn. Her wiha li Zencanê jî teqe li xwepêşanderan hate kirin.

Rewşa aloz û xwepêşandanên berfireh li dehan bajarên Îranê heya derengî şevê berdewam bû.

Li hemû wan bajarên xwepêşandan tê de hatin kirin, duh danê sibehê greva giştî bû û dukan û bazar girtî bûn, danê êvarê dest bi xwepêşandanan hate kirin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights