Ana SayfaGIŞTÎRÊXISTINA NAVNETEWEYÎ YA EFÛYÊ "BILA QEDEXEYA LI SER ÇALAKIYÊN LGBTIYAN RABE"

RÊXISTINA NAVNETEWEYÎ YA EFÛYÊ “BILA QEDEXEYA LI SER ÇALAKIYÊN LGBTIYAN RABE”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, bi mebesta qedexeya li ser bernameyên LGBTIyan were rakirin, Kampanyeya îmzeyê destpêkirî ye. Herweha walitîya Enqereyê bernameyên LGBTİan qedexe kiriye.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, banga parastina mafên LGBTIyan yên azadiya kombûnê ya bi  aştiyane kiriye. Rêxistinê  bi sernava  “ divê qedexeyên li ser bernameyên LGBTIyan yên Enqereyê  êdî bi dawî bibe” kampanyeya îmzeyê daye destpêkirin.

Walîtiya Enqereyê di 18yê Çiriya Paşiyê ya 2017an de hemû bernameyên rêxistinên civakî yên medenî yên girêdayî LGBTIyan bi bêdem qedexe kirîbû.

Walîtiyê îdîayên wekû “hesasî û hestiyariyên civakî”, “teşwîq kirina bi qestî ji bo kîn û dijmindariyê”, “parastina exlaqî û tenduristiya giştî ” û “parastina maf û azadiyên kesên din” kiribû hincet ji bo biryara qedexekirinan. Ji ber OHALê qedexe hatibû ragihandin, OHAL rabû jî qedexe berdewam e.

Komeleya Kaos GLyê ji ber qedexe, mafê azadiya derbirînan, mafê damezrandina komeleyan û azadiya kombûnan bin pê dike, serî li 4em dadgeha destûrî û îdareyê ya Enqereyê dayê. lê dema çi encamekê bidest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye. 

Çi bûbû?

Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên rêxistinên LGBTIyan(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû, komeleyên KaosGL û Pembe Hayatê ji bo betalkirina biryarê doz vekirin. Dadgehan daxwaza komeleyên LGBTyê red kir.

Li gor nûçeya Yildiz Tarî Dadgeha Îdareyê ya 4. a Enqereyê diyar kiriye “biryar dê rewşeka welê çêneke ku neyê telafîkirin an jî telafiya wê zehmet be û biryar rasterast ne li dijî hiqûqê ye.”

Walîtî: Li gor rêziknameyê ye

Walîtîya Enqereyê di parastinnameya xwe de eşkere kiriye ku biryar di dema Halê Awarte de hatiye dayin. “Mafên bingehîn” nehatine binpêkirin û biryar ne li dijî hevpeymanên navneteweyî ye.

BİANET (EÖ/HK/AY/MB)

* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights