Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊRêxistina Mafên Mirovan Dibêje Hêzên Hikmeta Îranê Heta Niha 342 Xwepêşander Kuştine

Rêxistina Mafên Mirovan Dibêje Hêzên Hikmeta Îranê Heta Niha 342 Xwepêşander Kuştine

Rexistinê da zanîn ku tevahîya 43 zarokên hatine kuştin di bin temenê 18 salî de bûn û ji wan zarokan 9 keç û 3 jî hemwelatîyên Afganistanê bûn.

IHR bal dikşîne ku bi giştî li 23 eyaletan kuştin çêbûne, lê herî zêde li Sîstan û Belucistan, Tehran, Mazenderan, Kurdistan û Gîlanê xwepêşander hatine kuştin.

IHR herwiha ragihand ku di du mehên dawî de jî bi hezaran kes hatin girtin, ku hinek ji wan di bin xeterîya cezayê darvekirinê ne.

Bi alîyekî din ve, Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ahmed Vahîdî ragihand ku hejmareke sixurên îstixbarata Fransî, girêdayî xwepêşandanên berdewam hatine girtin.

Vahîdî îdia kir ku di xwepêşandanên berdewam de kesên ji neteweyên din hatin desteser kirin, ku hinek ji wan roleke mezin lîstine ku di nava wan de sixûrên îstixbarata Fransî hebûn.

Fransa bersîva daxuyanîya Îranê nedaye, lê Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna hefteya borî gotibû ku bi giştî 7 welatîyên Fransî li Îranê hatine desteser kirin.

Hikûmeta Îranê dewletên Rojavayî bi rekxistin û azirandina xwepêşandanên li serenserî Îranê tawanbar dike û wan xwepêşandanan wek planeke dijminên Îranê bi nav dike.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights