Ana SayfaGIŞTÎRêjeya herî bilind a bêkariyê li bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Rêjeya herî bilind a bêkariyê li bajarên Bakurê Kurdistanê ye

TUIKê amarên bêkariyê yên 2021ê eşkere kirin. Li gor amarên TUIKê rêjeya herî bilind a bêkariyê bi rêjeya %29.8 li herêma Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê bû. Herwiha rêjeya herî kêm a bêkariyê jî bi rêjeya %5.8 li bajarên Kastamonu, Çankiri û Sînopê yên herêma Derya Reş bû.

Herwiha rêjeya herî kêm a derfetên kar jî bi rêjeya 29.9 li herêma Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê bû û rêjeya herî bilind a derfetên kar jî li bajarên Tekirdag, Edirne û Kirklareliyê yên Herêma Trakyayê bû.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya beşdariya kar %45.2 bû û rêjeya herî kêm a beşdariya kar bi rêjeya %40.6 li herêma Riha-Amedê bû û rêjeya herî bilind a beşdariya kar jî bi rêjeya %57.3 li bajarên Tekirdag, Edirne û Kirklareliyê yên Herêma Trakyayê bû.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights