Ana SayfaGIŞTÎPYD ENDAMEKÎ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA ENKS BINÇAVKIR

PYD ENDAMEKÎ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA ENKS BINÇAVKIR

Li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve endamekî Xwecihiya Dirbêsiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kirin.

Endama Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyê Mîdya Salih ji K24ê re ragihand, ku îro demjimêr 15:00 hêzên ser bi Rêveberiya Xweser (Îstixbarat) endamê Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyê û endamê Xwecihiya Dirbêsiyê ya ENKSê Mihemed Hac Fetah li gundê Xatûniyê binçav kirin.

Ji demekê ve hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve, baregeh û nivîsgehên ENKSê û partî û rêxistinê ser bi wê ve bi hinceta wernegirtina moletê digirin.

Herwiha tê zanîn ku, ji hefteyekê ve Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam girtî ne.

BasNews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights